07:13 23 Çile 2018
Zindî
    Dolar

    Ji Tirkiyeyê 675 milyon dolar transferî Sûriyeyê bû

    © AFP 2018/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî pêşbîniyan hejmara penaberên sûriyeyî ku li Tirkiyeyê dimînin ji 3 milyonan zêdetir bûye û van penaberan di sê salên dawî de 675 milyon dolar pere transferî Sûriyeyê kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî doneyên Bankeya Cihanî ya salane, meblaxa pereyên ku welat ji hev re dişinin ji Tirkiyeyê di sala 2015an de 224 milyon dolar pere transferi Sûriyeyê bû.

    3 sal e reqem wekî xwe ye

    Li gorî nûçeya Meltem Ersoya Rojnameya Haberturkê, Bankeya Cihanî ji bo rewşa awarte ya Sûriyeyê ev 3 sal e vê reqemê qebûl dike. Bi awayekî din li gorî pêşbîniyan di nava 3 salên dawî de sûriyeyiyên Tirkiyeyê 675 milyon dolar pere transferî welatê xwe kirin. Ev reqem hetanî sala 2013an derdora 10 û 20 milyon dolarî bû û piştî 2013an ev reqem deh qat zêdebû.

    Tirkiye di rêza 4emîn de ye

    Di sala 2015an de welatê ku herî zêde pere jê transferî Sûriyeyê dibin Erebîstana Siûdî ye. Ji Erebîstana Siûdî di sala dawî de 474 milyon dolar pere transfer bûn, di rêza duyemînde Libnan bi 282 milyon dolar û di rêza sêyemînde jî bi 254 milyon dolarî Ûrdûn dişopîne û Tirkiye jî di rêza çaremînde ye. Di sala 2015an de pereyê ku transferî Sûriyeyê bû gihîşte milyarek û 600 milyon dolarî.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
    Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
    Sûriye:'Em amade ne di hevdîtinên Cenevreye de nermatiyan bikin'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîkayê dixwazin welatê me wêran bikin
    Erdogan: Em ê ticarî nehêlin Sûriye perçe bibe
    Etîketan:
    Reqema transfera Sûriyeyê, Bankeya Cihanî, Meltem Ersoy, Ûrdûn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de