08:50 26 Gulan 2018
Artêşa Tîrkîye û YPG

Operasyona Reqqayê dest pê kir

© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqqayê li hember DAIŞê dest bi operasyonê kir.

Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya Hawarnewsê operasyon di bin fermandariyên HSDê Rojda Felat û Ebu Feyyad de di saet 13.50î deqîqeyan de dest pê kir. Operasyona Reqqayê ji 3 baskan ve wê li dar bikeve. Operasyon bi bombebarana balafirên hevpeymanî ya li hember gundê Hişê, ji aliyê Eyn Îsayê dest pê kir.

Fermandara HSDê Rojda Felat derbarê operasyonê de daxuyaniyek kurt da û got ku wan operasyon li ser daxwaza niştecihên herêmê daye destpêkirin û diyar kir ku "Bi piştgiriya asmanî ya hevpeymanê û zêdetir jî bi hêza xwe wê bigihêjin serkeftinê".

 

Hate zanîn ku wê 12 hezar şervan beşdarî operasyonê bibin. Tackir Kobanî ku yek ji berdevkên HSDê ye, ji Sputnikê re axivî û got ku hêzên wan ji derdora bajarokê Eyn Îsa yê dest bi êrîşê kirine.

Reqqa bi ser Helebê ve girêdayî ye û ji sala 2014ê û vir ve di bin kontrola DAIŞê de ye.

Bi heman mijarî:

Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
Riya stratejîk a Reqqa-Kantona Cizîrê ket destê hêzên kurd
Eniya Siwar El-Reqqa jî beşdarî MSDê bû
REQQA - VİDYO - Jetên Rûsî li paytextê DAIŞê dan
Etîketan:
operasyona rizgarkirinê, DAIŞ, HSD, Ebu Feyyad, Rojda Felat, Eyn Îsa, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de