15:47 23 Gulan 2018
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    Hevseroka MSDê Îlham Ehmed li Libnanê hevdîtinan dike

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, li Libnanê bi Serokê Tevgera Azadiya Netewî ya Libnanê Mîşel Ewun re hevdîtinek pêk anî.

    Navenda Nûçeyan — Hevseroka MSDê Îlham Ehmed piştî ku li Washingtonê bi rayedarên Amerîkî re hin hevdîtin pêk anî, serdana Libnanê kir û li herêma el-Rabiyayê li gel Serokê Tevgera Azadiya Netewî ya Libnanê Mîşel Ewun re civiya. Di civînê de nûnera PYDê yê Ewropayê Zozan Elûş, Nûnerê TEV-DEMê yê Libnanê Pakrewan Hawar û hin rayedarên din amade bûn.

    Her du aliyan di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê û sîstema federalîzma demokratik ya li Rojava-Bakûrê Sûriyê hatiye ragihandin sekinin.

    Îlham Ehmed di axavtina xwe de destnîşan kir ku piştî 5 salan ji bo şer û kuştin bi dawî bibin wan bi tevahiya pêkhateyên û Rojava Bakûrê Sûriyê sîstema Federaliya Demokratîk ava kirine. Ehmed got ku "Em sîstema navendî red dikin. Ne gengaze ku sîstema navendî pêk were."

    ‘FEDERALÎZM JI BO GELEK TEVAHIYA SÛRİYÊ YE'

    Mîşel Ewun jî di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa kurdan û diyar kir ku "Ew nêzîkatiyên ku kurdan înkar dikin rexne dikin. Kurdîtî rastiyeke." Awun herweha derbarê sîstema federalîzma demokratik de got ku; Ev ji bo tevahiya Sûriyê ye."

    Bi heman mijarî:

    MSD dê li Girê Spî navendan veke!
    MSD pergala federaliya demokratîk pejirand
    Osê: Li Cenevreyê dê MSD û PYD jî hebin
    MSDê beşek ji gelaleya amadekariya makezagonê nivîsandiye
    Hevserokê MSDê Heysem Menna ji ber PYDê, Cenevre boykot kir
    Etîketan:
    Tevgera Azadiya Netewî ya Libnanê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), PYD, Mîşel Ewun, îlham Ehmed, Libnan, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de