04:47 19 Çile 2018
Zindî
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    Amerîka ji heyeta Rojavayê re: Em piştgiriya pergala federal dikin lê...

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmedê, ragihand ku rayedarên amerîkî gotiye, “pergala federal ne pergaleke xerab e lê bi gelê Sûriyeyê re pêk bînin”.

    Navenda Nûçeyan — Ilham Ehmed a ku ev demek e ji bo pêkanîna hevdîtinan li Amerîkayê bû, diyar kir ku hevdîtin û serdana wê serkeftî bûn.

    Piştî ku hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed ji Amerîkayê vegeriya, bi Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ew li Qesra Spî bi Şêwirmendên Barack Obamayî û gelek endamên Kongreya Neteweyî ya Amerîkayê re hevdîtin pêk anîn.

    Ehmedê diyar kir ku wan li Qesra Spî peyamên xwe gihandin Amerîkayê û wiha dewam kir: "Me çi ji wan re got? Em ne di hundirê pêvajoya çareseriya siyasî de ne, ev rewş metirsdariyê zêde dike. Eger em ji pêvajoya siyasî dûr bên girtin, ev tê wê wateyê ku Sûriye dê perçe bibe."

    Hevseroka MSDê wiha dewam kir: "Bi ragihandina pergala federala, em dixwazin Sûriyeyê bikin yekperçe. Em dixwazin vê rewşa dabeşkirî ji nav bibin. Em ji vê xalê de, amade ne ku gotûbêjan bikin".

    Derbarê pirsyara bê gelo Amerîka çawa li pergala federal dinere de, Ehmedê wiha bersiv da, "ew dibêjin, em tev lê nabin. Gelê Sûriyeyê çawa guncav dibîne, pergala xwe wiha damezirînin. Pergala Federal ne pergaleke xerab e lê bi hev re pêk bînin. Divê li seranserê Sûriyeyê fikireke wiha hebe".

    Bi heman mijarî:

    PDKS: Federalîzm Sûriyeyê perçe nake
    Esad: "Federasyon ji bo Sûriyeyê ne fikireke baş e û fikira kurdan xerab e"
    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
    Îlham Ehmed: Em ê pergala federal bibin Cenevreyê
    Pergala Rojavayê dibe pergaleke federal
    Etîketan:
    federasyon, Rojnews, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Qesra Spî, Ilham Ehmed, Barack Obama, Sûriye, Amerîka, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de