21:38 21 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Rûsya:'Li Sûriyeyê 4 caran agirbest hat îxlalkirin'

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 24 saetan de 4 caran agirbest hat îxlalkirin û herêmên ku tevlî peymana agirbestê bûn gihîşte 115an.

    Navenda Nûçeyan — Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 24 saetan de 4 caran agirbest hat îxlalkirin û li herêma Kuneytrayê bi nûneran re li hev kirin çêbû û bi wir e hejmara cihên ku tevlî peymana agirbestê bûn gihîşte 115an.

    Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:'Milîtanên Ceyş-ul Îslamê bi top û hawanan êrişî gundên Erbil, Duma, Zibdin û êrişî taxa Basatin Ebu Caraşe kirin, her wiha El Nûsrayê dîsa bi top û hawanan êrişî herêma Helebê Handrat, Haylan, Nayrab, Şêx Meqsûd, Karyat el Ensarî û Xalidiyê kirin.

    Artêşa Sûriye dîsa El Nûsra qewirand

    Rêxistina terorîst a El Nûsrayê li derdora Helebê bi 6 hezar milîtanan hêzek ava kir û xwest bakurê bajêr dorpêç bike, ji aliyê din ve bi top û hawanan êrişî 2 herêma Lezqiyeyê, 1 Hema û 2 jî li Şamê kir û bi hêzeke mezin xwest gundê Akç Baer kontrol bike, lê artêşa Sûriyeyê ew qewirandin.

    Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:'Grûbên terorîst li herêma Hemayê xwestin santrala elektrîkê bi dest bixe, lê artêşa Sûriyeyê hêza wan têk şikand û artêşê li bajarê dîrokî yê Palmirayê 2 cihên stratejîk hat rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Artêşa Sûriyeyê êrişên DAIŞê şikandin'
    Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê derbeyeke mezin li DAIŞê da!
    Artêşa Sûriyeyê, dest danî ser gelek çekên ku diçûn ji DAIŞê re
    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê amadehiyên operasyona Reqqayê dike
    Rûsya:'Tirkiye, artêşa Sûriyeyê topbaran kir'
    Etîketan:
    DAIŞ, Cebhet El Nûsra, Ceyş-ul Îslam, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de