00:31 18 Çile 2018
Zindî
    Mark Toner

    Amerîka:'Çûna fermandarekî me nayê wateya naskirina Rojava'

    © Foto: CSPAN (Screenshot)
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîna çapemenî de ragihand ku serdana berpirsên payebilind ên dîplomatîk û leşkerî nayê ve wateyê ku wan Rojava naskiriye.

    Washîngton — Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîneke çapemenî ya rojane de ragihand ku serdana nûnerê taybet yê Barack Obama û ya generalekî Fermandehiya Navendî li Rojavayê Kurdistanê nayê wateya nasîna xweseriya kurdan.

    Toner got:'Ji bo pîvana rewşê da ku em pêwîstiyên hêzên kurd û zehmetiyên dikêşin bizanin û têkiliyeke nêzîk diynin.'

    Serdana bêhtir pêr a fermandeyê Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkî Joseph Votel bi armanca hevkariyê bû. Votel, roja Yekşemê bi rêya hewayî çûbû Rojavayê Kurdistanê, bi serkirdeyên YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyabû û beşdarî meşka leşkerî ya wan bûbû.

    Berdevkê amerîkî her wiha got:'Em nîgeraniya Tirkiyeyê li ser xweseriya kurdan fêhm dikin û me bi zelalî ji hêzên kurd re got ku herêmeke xweser, nîv-xweser ava nekin û xaka rizgar dikin bidin destê rêvebirên sivîl. Kurd partnerên karîger in û hevkariya navbera wan û Amerikayê de dê bidome.'

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkî piştî Rojava serdana Enqereyê kir
    Partiyên Rojava ji bo HDPê daxuyanî dan
    Leşkerin tirk derbasî Rojava bûne
    Fermandarê CENTCOMê serdana Rojava kir
    Amerîka beriya operasyona Raqayê,100 leşker şand Rojava
    Etîketan:
    YPG, Fermandehiya Navendî li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Mark Toner, Joseph Votel, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de