07:05 23 Çile 2018
Zindî
    Binçavkirin

    Li bajarê Dêrsimê operasyon: 18 kes hatin binçavkirin

    © Foto: basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navenda navçeya Pêrtaga bajarê Dêrsimê û li gundê Saxmanê hêzên leşkerî yên artêşa Tirkiyê operasyon pêk anî.

    Dêrsim — Li navenda navçeya Pêrtaga bajarê Dêrsimê û li gundê Saxmanê hêzên leşkerî yên artêşa Tirkiyê operasyon pêk anî. Di encamê de Hevserokê HDPê ye Pêrtagê jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.

    Di encama serdegirtina leşkerên Tirkiyeyê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pêrtagê Yûsûf Makal, kesek din û bi awayekî hemwext operasyona girtinê li gundê Saxmanê yê ser bi navçeya Pêrtagê jî pêk anî. Li vî gundî jî 16 welatî hatin binçavkirin. 18 kesên hatin binçavkirin ji bo lêpirsînê veguhestin Fermandariya Cendirmeyan a Pêrtagê.

    Têkildarê bûyerê Walîtiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: ‘Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê ve tê birêvebirin li navçeya Pêrtagê ya bajarê Dêrsimê bi tometa ´endamtî û hevkariya rêxistinê´ ji aliyê hêzên ewlekariyê ve operasyon û lêgerîn pêk hat. Di encama operasyonan de Hevserokê HDPa Pêrtagê jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Xebatkarê Azadiya Welat hate binçavkirin
    Li navçeyên Rihayê operasyon: 24 kes hatin binçavkirin
    4 kes bi îdiaya ku bi teqîna Enqereyê re eleqedar bûn hatin binçavkirin
    Li Dîlokê 54 xwendekar hatin binçavkirin
    Li Ispartayê operasyonên siyasî: 15 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê, HDP, Operasyona binçavkirinê, Yusuf Makal, Dêrsim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de