20:38 27 Gulan 2018
Adem Geverî

Geverî: ‘CHP piştgiriyê neke jî em ê bi tena serê xwe herin Dadgeha Destûrî'

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamneterê HDPê yê Wanê Adem Geverî li ser mijara rakirina parêzbendiyê ragihand ku ew dê bi tena serê xwe wekî HDP serî li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê bidin.

Navenda Nûçeyan — Adem Geverî di axaftina xwe de ragihand ku em bi xwe nikarin wan îmzeyan kom bikin. Ji bo wê yekê, li derveyî HDPê pêwîst e ku parlamenterên CHPê piştgîriyê bidin me. Lê belê CHP piştgîriyê nade, ji ber wê yekê jî em dê bi tena serê xwe serî li Dadgeha Destûrî bidin.

Geverî da zanîn ku heta niha 58 parlamenterên HDPê îmza avêtine mixabin ve CHP zêdebarî wê yekê ku li dijî wê yasayê bû, lê belê ji ber ku bi gotina wan, biryara derbarê me de biryara dewletê ye, piştgîriyê nadin me.

Parlamenterê HDPyî da zanîn ku CHP her ji destpêkê ve piştevanî li wê yasayê dikir û got:'Ne şerê PKKê, ne siyaseta HDPê û têra çareserkirina lojîka wan nake. Di parlamentoyê de lîstik bi me re lîstin. Dewlet ji bo ku me ji parlamentoyê bavêje derê CHPê û MHPê û her wiha raya gişît ya Tirkiyeyê di bareya vê biryara nehiqoqî de piştgîrî dan.'

Bi heman mijarî:

Sidkî Zilan û Adem Geverî sersaxî dan malbata Fehmî Demîr
Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat
Adem Ozcaner:’ Serkeftina HDPê ji bo gelê kurd û gelê Tirk firsetek e’
Parlamenterê HDPê bang kir: ‘Em tevlî kampanyaya 'Malbata Bira' bibin'
Parlamenterê HDPê bang li Hikûmeta AKPê kir: "Şer rawestînin”
Etîketan:
CHP, Serlêdana Dadgeha Bingehîn, HDP, Adem Geverî, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de