16:34 22 Hezîran 2018
Tom û Jerry

Erebistana Siûdî li dijî terorîzmê pêşbirka karîkatoran li dar dixe

© Foto :
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Erebistana Siûdî li dijî terorîzmê biryara têkoşîna bi karîkatoran girt. Ji bo vê yekê dê pişbirka karîkatoran bê lidarxistin.

Riyad — Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî ragihand ku bi armanca li dijî terorîzmê têbikoşin bi serenava ‘Li dijî tûndrewî yê Karîkator' dê pêşbirka karîkatoran li dar bixin.

Berdevkê wezaretê Muhammed Marul diyar kir bi pêşbirk dê bi Civaka Hunermênden Anîmasyonê û Karîkatorîstan re bê lidarxistin û dixwazin peyama li dijî terorîzmê bidin. Herwiha hate gotin ku karîkatorên profesyonel û amator jî dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

Dê kesên ku di pêşbirkê de bibin yekemîn, duyemîn û sêyemîn 5 hezar dolar diyarî bên xelatkirin. Karîkatorên ku beşdarî pêşbirkê jî bibin dê li pêşengeha ku li Riyadê paytexta Erebistinê bê pêşandin.

Bi heman mijarî:

Moşekek ji Yemenê avêtin Erebistana Siûdî
Erebistana Siûdî jî li Sûriyeyê dest bi operasyonên hewayî kir
Îran Erebistana Siûdî hişyar kir
Îran hevdîtinên li gel Erebistana Siûdî qebûl nake
Etîketan:
amator, profesyonel, civak, hunermend, terorîzm, pêşbirk, karîkator, Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî, Muhammed Maru, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de