21:50 22 Sibat 2018
Zindî
    Piştî teqînên Brûkselê, merasîmên bîranîna kuştiyan

    DAIŞê tehdîda meha Remezanê li Amerîka û Ewropayê kir

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    DAIŞê dauxynaiyek da û ji hemû şopînerên rêxistinê yên misilman xwest ku di meha Remezanê ya pîroz de, êrîşan li ser Amerîka û Ewropayê pêk bînin.

    Navenda Nûçeyan - Berdevkê DAIŞê Ebû Muhemed El-Ednanî qeydeke dengî ku ji 31 deqîqeyan pêk tê weşand û ji şopînerên xwe xwest ku ji hefteya bê, ji bo meha Remezanê xwe ji şehadetê re amade bikin û ragihand ku êrîşên wan wê bi gelekî ji yên Sûriye û Iraqê dijwartir bin.

    El-Ednanî got: "Remezan, meha serkeftin û cîhadê ye. Xwe amade bikin û vê mehê ji bo kesên bawer nakin, bikin karesat".

    Hêjayî gotinê ye ku berdevkê DAIŞê ji meha cotmehê de, ti daxuyanî nedabû û ev daxuyanî roja şemiyê da. Herwiha Ebû Muhemed El-Ednanî di lîsteya Amerîka ya terorê de ye û dibêjin ku piştî El-Bexdadî, ew navê duyem e.

    Bi heman mijarî:

    Li Libnanê ji 106 endamên DAIŞ û El Nûsrayê re cezayê îdamê hat birîn
    Raporta Sirtê ya ecêb:'DAIŞ, cixarekêşan li çarmixê dixe'
    DAIŞ êrişî pêşmergeyên eniya Keskê kir
    Dezgehê îstîxbaratê hişyar kir:'Dibe DAIŞ di 19ê Gulanê de êriş bike'
    DAIş êrişî ser febrîkeya LPGê kir: 18 kes mir
    Macaristan: Bê pêşmergeyan DAIŞ xelas nabe
    DAIŞ li Albanya xurt dibe û ji ser Stenbolê derbasî Sûriyeyê dibe!
    Etîketan:
    çalakî, Meha Remezanê, Ebû Muhemed El-Ednan, Iraq, Sûriye, Ewropa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de