00:56 24 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

Li Helebê şerekî dijwar: 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

© Sputnik/ MİKHAİL VOSKRESENSKİY
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Helebê di navbera hêzên Artêşa Sûriyeyê û komên terorîstan de şerekî dijwar derket. Di encamê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Navneda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li Helebê di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên terorîstan de ji bo îqtîdarê şerekî dijwar berdewam e. Ji duh bi şev de, balafirên şerî yên Artêşa

Sûriyeyê bakur û rojavayê Helebê bombebaran dike. Di ancamê de li herêmên Enedan, Lêremûn, Karfor, Hirêtan û Kefer Hemrayê 4 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku li herêmên rojavayê Helebê yên bi navê Kefer Heleb, Xan El-Esel û Kefer Nahayê jî 9 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, rejîmê li herêma Babê, rojhilat û rojavayê Helebê dane ber topan û komên terorîstan jî bersiv daye Artêşa Sûriyeyê û cihên ku hêzên rejîmê lê ne; Eşrefiyê, El-Meşarqe,

Bustan El-Zehre, Cemiyet El-Zehrai, El-Hemdaniye, Heleba Nû, Nezilet El-Fêd, Nezlet Edûnîs û îzgehê dane ber moşekan.

Hat ragihandin ku ti agahî derheqê kuştî û birîndarên Artêşa Sûrîyeyê nehatine bidestxistin.

Bi heman mijarî:

Rûsya:'Artêşa Sûriyeyê êrişên DAIŞê şikandin'
Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê derbeyeke mezin li DAIŞê da!
Artêşa Sûriyeyê, dest danî ser gelek çekên ku diçûn ji DAIŞê re
Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê amadehiyên operasyona Reqqayê dike
Artêşa Sûriyeyê bajarokê Karyataynê ji destê DAIŞê rizgar kir
Artêşa Sûriyeyê kete nav bajarê Palmîrayê
Etîketan:
Welatiyen sivîl, kuştin, terorîst, Artêşa Sûriyayê, Heleb, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de