Entab — Saet derdora 17.30 deqîqeyan de polîsan herêm dorpêç kirin û nehiştin ti kes bikevin wê derê. Saet nêzîka 18.15 deqîqeyan de ji mala ku polîsan operasyon bir ser, dengê çekan û teqînê hat.
Li herêmê bi beşdarbûna gelek tîmên taybet operasyon berdewam dike.
Li gor şahidên bûyerê, polîsan ji niştecihên taxê re gotine ku di avahiyê de du kes hene û ihtimal heye ku xwekuj bin. Polîsan ji niştecihên taxê xwestiye ku derî û pencereyên xwe vekin da ku teqîn çêbibe bandor li niştecîhan nebê.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)