23:55 22 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Konseya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm

    Kantona Efrînê: Tirkiye berpirsyara êrîşan e

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Parastinê yê Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm got, “ Tirkiye Artêşa Azad û El-Nusrayê perwerde dike û piştgiriyê dide wan. Ketîbeyên Nûredîn El-Zengî, piştî li Tirkiyeyê perwerde bûn, êrîşî Ezazê kir. Qeydên wan ên bi Tirkiyeyê re di destê me de hene”.

    Navenda Nûçeyan — Di vê dema ku êrîşên rêxistinên cîhadîst ên wek El-Nusrayê li ser kantona Efrînê ya Rojavayê, berdewam dikin, Kantona Efrînê Tirkiyeyê bi piştgiriya rêxistinên îslamî tawanbar dike.
    Wezîrê Parastinê yê Efrînê Ebdo Îbrahîm, bi Sputnîkê re axivî û agahiyên giring dan.

    "200 mirov ji Tirkiyeyê derbasî Ezazê bûn, qeyda dengî kete destê me"

    Îbrahîm teqez kir ku Tirkiye herdem piştgiriya Artêla Sûriyeyê û El-Nusrayê dike û wiha dewam kir: "200 kesên endamên Ketîbeya Nûredîn Zengî ya girêdayî AASyê, piştî perwerdehiya xwe li Tirkiyeyê xelas kir, ji dergeha sînorî Babulselamê derbasî Ezazê bûn. Dengên qeydkirî yên van koman ketin destê me. Di wan qeydan de em dibînin bê çawa bi endamên MITa Tirkiyeyê re diaxivin û behsa şandina çekan û perwerdehiyê dikin".

    "Tirkiye her hefte penaberan dikuje"

    Wezîrê kantona Efrînê diyar dike ku Tirkiye penaberan dikuje û wiha dewam dike: "Çi kesê bixwaze ji Tirkiyeyê derbasî Efrînê bibe, yan ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê leşkerên tirk ve tê kuştin an tê birîndarkirin. Hefteyê bi kêmasî yek kes ji aliyê leşkerên tirk ve li ser sînor tê kuştin."

    "Rêxistinên cîhadî guh li agirbestê nakin"

    Îbrahîm diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê ranewestiyane û got: "Dorpêç û êrîş li ser Efrînê berdewam dikin. Piraniya rêyên diçin Efrînê girtî ne. Ev rêxistinên terorê guh li agirbestê nakin".

    "Ezaz dixwaze destwerdan pêk were"

    Îbrahîm diyar kir ku gelek kes ji ber şerê bi DAIŞê re reviyane Efrînê û wiha pê de çû: "Ji ber şer û pevçûnên li Minbic û Babê, herrojê kesên sivîl direvin Efrînê. Heta xelkê Ezazê dixwaze ku destwerdan pêk were".

    "Rûsya ji ber agirbestê wan bombebaran nake"

    Wezîrî diyar kir ku ji ber agirbestê Rûsya ti deran bombebaran nake û wiha got: "Ew rêxistin dizanin ku em di dema agirbestê de êrîş nakin, em di rewşa parastinê de ne. Ev rêxistin aştiyê bi kar tînin. Di vê demê de êrîşên li ser Efrînê zêde kirin".

    Bi heman mijarî:

    Bi moşekan êrişî Efrînê kirin
    Komên terorîst êrişî gundê Efrînê kirin: Kesek mir yek jî birîndar bû
    Êrişa topbaranî ya dijî Kantona Efrînê berdewam e
    Komên çeteyan êrişî gundê Efrînê kirin
    Gundê Şêrawayê yê Efrînê tê topbarankirin
    Etîketan:
    dorpêç, şer, penaber, AAS, Nûredîn Zengî, Cebhet El-Nusrayê, Ebdo Îbrahîm, Tirkiye, Rojava, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de