08:38 21 Sibat 2018
Zindî
    Spûtnîk

    Sansûra Spûtnîkê ya bêhiqûqî didome:Îtîraz bêhincet hat redkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Spûtnîkê ku bi 31 zimanî weşanê dike li Tirkiyeyê ji 14ê Nîsanê ve sansûr kiriye û îtîraza sansüre bêhincet hat redkirin.

    Navenda Nûçeyan — Ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Spûtnîkê ku bi 31 zimanî weşanê dike li Tirkiyeyê ji 14ê Nîsanê ve sansûr kiriye û îtîraza sansüre bêhincet hat redkirin. Dadgehê hewceyî bi lêkolînê jî nedît, cih neda hinceta îtîrazê û li dijî îçtîhadên make zagona Tirkiyeyê û Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME) biryar da.

    Li ser daxwaza Serkwezîrtiyê, Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyone (TİB) serî li Dadgeha Cezaya Sulhê ya Golbaşiya Enqereyê dabû û malper hatibû girtin. Spûtnîkê li dadgehê îtîraz kir lê îtîraza wê hat redkirin.

    Biryara Dadgeha Cezaya Sulhê ya 3yemîn a Golbaşiyê
    © Sputnik/
    Biryara Dadgeha Cezaya Sulhê ya 3yemîn a Golbaşiyê

    Li ser navê Spûtnîkê parêzer Gokhan Ahi û Şebnem Ahi ji bo sansûrê îtîraz li Dadgeha Cezaya Sulhê ya 3yemîn a Golbaşiyê kirin, lê dadgehê bi hinceta ku di biryara sansûre de tu tiştekî ne di rê de tuneye û astengkirina malperê li gorî qanûnê ye îtiraz red kir. Di biryara dadgehê ‘biryara pêwistekî' cih negirt, her wiha li gorî qanûnê divê naveroka ku bi xeter e tenê were astengkirin lê hemû navnîşanên Spûtnîkê ku 31 zimanî weşanê dike hatibûn astengkirin.

    Parêzer:'Dadgehê lêkolîn jî nekir

    Parêzer Gohkan Ahi di axaftina xwe ya ji bo redkirina dadgehê de got:' Li gorî xala 8/A hewceyî bi girtina tevahiya malperê nake, tenê nûçeyên ewlehiya neteweyî û weşanên ku li dijî pergala gelemperî tên kirin navnîşana URLê tê girtin û divê vê jî di biryarê de bi awayekî eşkere bibêjin. Lê ne di daxwaza Serokwezîrtiyê, ne di daxwaza TİBê de û ne jî di erêkirina dadgehê de tu agahiya ku kîjan URLyê weşana dijberî kiriye nayê nişandan.'

    Spûtnîk dê serî li make zagonê bide

    Parêzer Ahi di berdewamiya axaftina xwe de got:'Piştî ku biryar eseh bû Spûtnîk bi rêya parêzeran dê serî li make zagonê bide. Heke make zagon tespîteke ku di mafên însanî de îxlal hatiye kirin de biryarekê bide, dê biryara sansûrê were rastkirin. Her wiha li gorî pêşbîniyên me ev pêvajoya make zagonê dê nêzî 3 mehan bidome.'

    Bi heman mijarî:

    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
    HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
    Pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê: 'DAIŞ tenê li riya revê digere'
    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Dawîn)
    Etîketan:
    Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME), Biryara Dadgeha Cezaya Sulhê ya 3yemîn a Golbaşiyê, Astengkirina malpera Spûtnîkê, Şebnem Ahi, Gokhan Ahi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de