01:11 18 Hezîran 2018
Angela Merkel - Recep Tayyip Erdogan

Daxuyaniya Merkelê ji bo vîzeyê

© REUTERS / Ozan Kose/Pool
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li lûteka Mirovî ya Stenbolê ku cara yekem di dîrokê de çêdibe, hevdîtineke dualî pêk anî.

Stenbol - Piştî hevdîtinê Merkelê got ku ji bo vîze rabe, divê Tirkiye hemû mercan bîne cih.

Serokwezîra alman derbarê rakirina parêzbendiyan de wiha axivî: "Rakirina parêzbendiyan tirseke mezin çêdike. Min ev tirs ji Erdoganî re eşkere kir".

Herwiha Angela Merkelê got ku wê teqez kiriye ku divê darêzgêrî û çapemenî serbixwe bin û parlemento jî xurt be.

Em giş li ser heman gerestêrkê dijîn. Yek jiyana me heye"

Merkelê di axiftina xwe ya destpêkê de gotibû, "Pêwîst e ku alîkariyên mirovî zûtirîn dem bên pêşkêşkirin. Em ê ji Bêtarekê baz nedin bêtareke din, divê alîkarî bi awayekî sîstematîk bên pêşkêşkirin. Pêwîst e ku em pergaleke entegrekirî çêkin ta ku em bikarin di çalakiyên kurewî de, alîkariyê bigihînin kesên xwedî pêdivî. Em giş di heman gerestêrê de dijîn. Tenê yek jiyana her mirovekî heye û mafê wî ye ku wê jiyana bi awayekî berdewambar û watedar bijî".

Bi heman mijarî:

Merkel: Em dixwazin siberojeke kurdan hebe
Merkel bûye sedem ku Erdogan şantajê li Ewropayê bike
Li ber deriyê ofîsa Merkel serê berazekî jêkirî hat dîtin
Merkel serdana Tirkiyeyê dike
Merkel derbarê Davutoglu de axivî
‘Merkel di navbera Erdoganî û gelê alman de maye’
Etîketan:
Rêkeftina penaberan, Rakirina vîzeyan, Vîze, Angela Merkel, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de