10:19 22 Sibat 2018
Zindî
    Endamên AASê

    39 grûbên girêdayî AASê, dawî li peymana agirbestê anîn

    © AFP 2018/ KARAM AL-MASR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Sûriyeyê 39 grûbên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ragihandin ku ew êdî peymana agirbestê ya ku di pêşengiya Rûsyayê û Amerîkayê hatibû sepandin nasnakin.

    Navenda Nûçeyan — Li Sûriyeyê 39 grûbên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew êdî peymana agirbestê ya ku bi peşengiya Rûsya û Amerîkayê di 27ê sibatê de hatibu sepandin nasnakin.

    Grûbên AASê ku wekî rêxistinên Nureddin Zengin, Feylek El Şam, Cephe-i Şemiye, Tuxaya Siltan Murad û Ceyş-ul Îslama ku li taxa Şêxmeqsûda Helebê li hemberî kesên sivîl çekên kîmyewî bi kar tîne 39 grûb bi daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re ragihandin ew êdî peymana agirbestê nasnakin.

    Em ji pêvajoya siyasî vekişiyan

    Grûban di daxuyaniya hevpar de ragihand ku bi rêvebirîya Sûriyeyê re tu hewceyiya axaftinê nemaye û ew xwe ji pêvajoya siyasî vedikişînin. Grûbên girêdayî AASê sedema têkbirina peymana agirbestê jî êrişên hewayî yên artêşa Sûriyeyê nişandan.

    Piştî daxuyaniyê AASê bi çekên giran êrişî artêşa Sûriyeyê ya bajarokên Keferya û Fua ku girêdayî İdlîbê ne kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Artêşa Sûriyeyê êrişên DAIŞê şikandin'
    Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê derbeyeke mezin li DAIŞê da!
    Artêşa Sûriyeyê, dest danî ser gelek çekên ku diçûn ji DAIŞê re
    AAS: Em agirbesta li Sûriyeyê qebûl nakin
    DAIŞê fermaneke nû da: Dema nimêjê biguherînin
    Etîketan:
    Ceyş-ul Îslama, Tuxaya Siltan Murad, Cephe-i Şemiye, Feylek El Şam, Nureddin Zengin, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS), İdlîb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de