19:55 18 Hezîran 2018
Qoser polîsan êriş kir

Li Qoserê polîs nahêlin HDPyî ji şaredariyê derkevin

fb
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê beriya xwepêşandana HDPê, polîsan êrîş kir û gelek kes birîndar bûn.

Qoser — Li Qoserê îro wê bi beşdarbûna hevseroka HDPê Figen Yuksekdag û parlamenterên HDPê li ber avahiya şaredariya bajêr xwepêşandanek bihata li dar xistin. Di xwepêşandanê de wê rakirina parêzbendiyan bihata protestokirin.

Lê beriya ku xwepêşandan destpêbike polîsan nehişt ti kes kom bibin. Kesên li ber avahiya şaredariyê kombibûn jî rastî mudaxeleya polîsan hat ku polîsan gaz û ava bişid bi kar anî. Hate zanîn ku polîsan gaz avêtina nava hin dibistanan û gelek xwendekar jî ketine bin bandora gazê.

Di encama mudaxeleyê de gelek kes birîndar bûn herweha bi sedan kes hatin binçavkirin. Polîsan dora avahiya şaredariyê girtine û nahêlin Fîgen Yuksekdag û kesên din yên di hindir de derkevin derve.

Bi heman mijarî:

Li Sêrtê polîsan êrîşî hevserokên KCDê û HDKê kirin
Polîsan avêt ser DBPa Rezana Amedê
Polîsan girt ser weşanxaneya Aramê
Li Wêranşarê polîsan girt ser avahiya DBPê
Amed - Polîsan bi ser avahiya DBPê de girt!
Etîketan:
xwepêşandan, polîs, parêzbendî, HDP, Figen Yuksekdag, Qoser, Mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de