12:11 20 Hezîran 2018
Polêsên Îsraîlê

Polêsê Îsraîlê li ciwanekî filistînî da

© REUTERS / Ronen Zvulun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li Îsraîlê polêsêkî sivîl bi sedema ku ciwanê filistînî nasnameya xwe nîşan neda lê da û ev dîmênên lêdanê kete kamerayê.

Tel Avîv — Li Îsraîlê polêsêkî sivîl bi sedema ku ciwanê filistînî nasnameya xwe nîşan neda lê da û ev dîmênên lêdanê kete kamerayê.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, li Tel Avîvê marketa ku ciwanên filistinî didane xebitandin û dema ku ji bo çoprijandinê derkete derve rastî polêsekî sivîl yê îsraîlî hat û polêsê sivîl nasnameya wî jê xwest lê ciwanê filistînî ev red kir.

Her wiha li gorî dîmenen kameraya markete, ciwanê filistinî ji ber lêdana zêde di nava xwînê de dimîne û ji terefê polêsên ku diçin cihê bûyerê ve tê binçavkirin.

Ji aliyê din ve xwediyê markete di axaftina xwe de got:'Ji bo ku misilman bû ev derb xwarin, heke yahudî bûna tiştekî wiha nedibû.' Her wiha malbata ciwanê filistinî jî ragihand ku ew dê şikayeta fermî bikin. Li gorî daxuyaniya Miduriyeta Ewlehiyê jî ji bo ku ciwanê filistinî heqaret kiriye hatiye binçavkirin.

Bi heman mijarî:

Îsraîl wê bi Kubeya Hasin platformên xaza sirûştî biparêze
Îsraîl ji hewayê êrişî Xazzeyê kir
Îsraîl êrişî Gazzeyê kir
Îsraîl: Hedefa teqîna Taksîmê ne geştiyarên Îsraîlê bû
Îsraîl ji bo serxwebûna Kurdistanê komîte ava kir
Etîketan:
Lêdana ciwanê filistinî, Polêsên Îsraîlê, Tel Avîv, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de