17:06 24 Sibat 2018
Zindî
    Mizgefta Geylanî li Şirnexê hate bombekirin

    Wêranbûna mizgeftan dibe sedema bertekan: Zindiqî û bêexlaqî...

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku dewleta Îsraîlê li Bajarê Qudsê êrişî mizgefta Musella El-Enbiyahê kiriye û mizgeft wêran kiriye. Her wiha Artêşa dewleta Tirkiyeyê jî li herêma kurdan li bajarê Şirnexê mizgefta Geylanî bombebaran kiribû.

    Navenda Nûçeyan — Di van şerên dawî de bombebaran û wêrankirina mizgeftan balê dikişîne. Li gorî agahiyên herêmî hêzên dewleta Îsraîlê li bajarê Qudsê li herêma Bab El-Emûdê êrişî mizgefta Musella El-Enbiyahê kiriye û Mizgeft wêran kiriye.

    Berî çend hefteyan, Artêşa Dewleta Tirkiyeyê jî li herêma kurdan li bajarê Şirnexê mizgefta Geylanî bombebaran kiribû.

    Zindiqî û bêexlaqî ye…

    Her wiha operasyon û wêrankirina mizgeftan di nava kesên olî û mislimanan de dibe sedema bertekan jî. Kesên ku bi Sputnikê re axifîne, ev êriş û operasyonên li ser mizgeftan şermezer kirin û an got: Kesên ku fermana operasyona li ser mizgefta Geynanî daye, ne mirovahî, ne jî exlaqê mislimantiyê pê re heye. Ev kesan bi kurdan nikarin û tola xwe ji mala xwedê hildidin, ji mirovên wiha re dibejîn zindiq. Kesên ku bi me re axivîn, axiftina xwe wiha berdewan kir: Anha dewleta Îsraîlê jî mizgefta Qudsê wêran dike û wan jî ji însanetiyê ti exlaq wernegirtiye.

    Ji aliyê din ve leşkerên îsraîlî li ser malên filistîniyan ve operasyonan pêk tînin û ciwanên fîlistinî bin çav dikin.

    Bi heman mijarî:

    Cemaetê bertek nîşanî mela dan û mizgeft terikandin
    Polêsê Îranê êriş bir ser mizgeft û medreseyên kurdan: 10 birîndar
    6 cenaze hê jî li mizgeft û malan tên rawestandin
    AMED - Duh mizgeft îro dibistan...
    Muftî: Li Rûsyayê nêzîkî 8 hezar mizgeft hatine vejandin
    Etîketan:
    Artêşa Dewleta Tirkiye, Dewleta Îsraîlê, bombebaran, mizgeft, êriş, Quds, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de