21:02 21 Hezîran 2018
DAIŞ

DAIŞê fermaneke nû da: Dema nimêjê biguherînin

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

DAIŞê li parêzgeha Nînewa ya li başûrê Iraqê, ferman da ku li hemû deverên parêzgehê demên nimêjê bên guhertin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya televizyona El-Sûmeriyê, DAIŞê ferman daye ku êdî misilmanên Nînewayê li gorî deverên din ên Iraqê 15 deqîqeyan derengtir nimêja xwe bikin.

Nûçeyê wiha ragihand: " DAIŞê dema nimêjê guherandiye, ji ber ku ev dem ji aliyê hikûmeta Iraqê ya sekûler ve hatine diyarkirin. Çi îmam yan jî muezinê ku vê biryarê pêk neyêne, ew ê bi awayekî tund bê sizakirin."

Etîketan:
demên nimêj, nimêj, Îmam, Muzein, DAIŞ, Iraq, Parêzgeha Nînewa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de