14:36 25 Sibat 2018
Zindî
    zekerîya yapicioglu-huda par

    HUDA-PAR: Bila dewletên herêmê rêzê ji biryara kurdan re bigirin

    © Foto: © AA/ Aykut Ünlüpınar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu, diyar kir ku divê dewletên herêmê rêzê ji biryara kurdan a serxwebûnê bigirin re bigirin û li dijî wê dernekevin.

    Navenda Nûçeyan — Yapicioglu derbarê serxwebûna Kurdistanê de bi televizyona Rûdawê re axivî û got: " Eger li wê derê dê hevpariyeke adil û bi biratî pêk were, mirov dikare di wê rêyê re dewam bike".

    Serokê HUDA-PARê teqez kir ku kurd û etnîsîteyên din dê biryarê bidin û tevahiya cîhanê mecbûr e rêzê li biryara wan bigire û wiha dewam kir:

    "Eger daxwazên rast neyên cih, mafê kurdan heye ku ji xwe re çareyeke din peyda bikin. Baştir e ku kurd dikarin bibin cîranekî baş bi wan re. Helbet kurdên wê derê û etnîsteyên din çi biryarê bidin, divê tevahiya dinyayê rêzê li wê biryarê bigire."

    Zekeriya Yapicioglu bersiva îdiayên li Tirkiyeyê tên gotin ku Kurdistan dê bibe Îsraîla duyem da û wiha got: " Ez vê yekê ji wan re dibêjim. Eger hûn nexwazin kurd muhtacî Amerîka, Ewropa û dewletên din bibe, nexwe alîkariya wan bikin û biratiya xwe nîşanî wan bidin ku çavên wan ne li destê xelkê be."

     

    Bi heman mijarî:

    HUDA-PAR: Gelê kurd rêveberiya xweser napejirîne
    HUDA-PAR: Bila Tirkiye lêborînê ji gelê kurd û Kurdistanê bixwaze
    Huda-Par: Leşker bi zorê ketin malên me û ji xwe re kirin çeper
    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan
    ÎDIA - Dibejin Huda-Par piştgiriyê dide AKPê!
    Huda-Par: Dewletê û PKKê xelk xapandin
    Etîketan:
    serxwebûn, kurd, Zekeriya Yapicioglu, Ewropa, Amerîka, Îsraîl, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de