06:39 19 Sibat 2018
Zindî
    Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê

    “Vîzeya tirkan heta sala 2017an ranabe”

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hikûmeta Almanyayê bawer nake ku welatiyên Tirkiyeyê berî sala 2017an, muafiyeta vîzeya Schengenê bistînin, ji ber ku Enqere mercên Yekîtiya Ewropayê (YE) neanîne cih.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Alman, Bild vê nûçeyên vedigerîne li çavkaniyên hikûmî û diyar dike ku êdî ne pêkan e ku di di 1ê Temûzê de vîze ji bo welatiyên Tirkiyeyê rabe. Sedema vê yekê jî gorûbêjên pêkanîna mercên rakirina vîzeyê ne.

    Hêjayî gotinê ye ku sedema pêşveneçûna gotûbêjan ew e, Tirkiye hinek mercên Yekîtiya Ewropayê pêk nayêne. Yek ji wan mercan jî guhertina qanûna dijî-terorê ye ku serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku ew ê neguherînin.

    Ji aliyekî din ve, tê pêşbînîkirin ku îro serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê vê mijarê de biaxivin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê ji bo welatiyên Ewropayê vîze rakir
    Almanya û Fransa ji bo mûafiyeta vîze ya Tirkiyê li ser sîstemeke nû dixebitin
    "Vîze rabe wê bi sed hezaran Kurd biçin Ewropayê"
    QESRA ŞÎRÎN – Bazirganiya bê pasaport û vîze dest pê kir
    Erdogan: Em ê qanûnên dijîterorê ji bo vîzeya Ewropayê neguherînin
    Etîketan:
    penaber, rêkeftin, vîze, Recep Tayyip Erdogan, Angela Merkel, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de