19:19 23 Hezîran 2018
Zîrweya Însanî ya Stenbolê

Zîrweya Însanî ya Cihanê li Stenbolê dest pê kir

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Zîrweya Însanî ya Cihanê ku Neteweyên Yekbûyî li dar dixe bi mahzuvaniya Tirkiyeyê li Stenbolê dest pê kir.

Stenbol — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û nêzî 60 serokê dewlet û hikumetên cihanê ji bo nirxandina pergala alîkariya însanî derbasî salona Navenda Kongre ya Stenbolê bûn.

Serokmar Erdogan û serokên dewletên cihanê di bernameya pêşî ya zîrveya însanî de di xwarinên de civiyan.

Di rûniştina ku ji çapemeniyê re girtî hat li dar xistin de Erdogan bi serokên dewlet û hikumetan re wêne kişand û paşî Erdogan bi mêvanan re derbasî salona axaftina bûn.

Beşa zîrweyê ya îro wê bi bi xwarin dayîna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip ya ji bo rûmeta mêvanan a êvarê dê bi dawî bibe.

​Zîrweya Însanî ya Cihanê, îro û sibê bi beşdariye gelek serokê dewlet û hikumetan, wezîr û bi nûnerên fermî yên paye bilind, saziyên sivîl û civakî yên navneteweyî, dezgehên akademik, çapemenî, nûnerên taybet û civakên ku ji krîzê bibandor dibin tevlî dibin.

Her wiha hat ragihandin ku li derdora Navenda Kongre ya Stenbolê asta ewlehiyê hatiye zêdekirin.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê, ji bo Zîrweya Însaniya Cihanê ya Stenbolê nameyek şand NY
Lavrov: Di zîrweya OSCEyê de ez ê bi Çavuşoglu re hevdîtinekê bikim
Erdogan bi ereboka Golfê çû Zîrweya G-20ê
Serokên cihanê ji bo Zîrweya G-20ê ya Tirkiyeyê dest bi hatinê kirin
Berî zîrweya G-20ê operasyona li dijî DAIŞê: 20 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
Navenda Kongre ya Stenbolê, Zîrweya Însanî ya Cihanê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Teyyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de