11:00 20 Hezîran 2018
Li Lezqiyeyê teqîn

Li du bajarê Sûriyeyê herî kêm 7 teqîn:100 kuştî

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li du bajarên Sûriyeyê li Tartus û Lezqiyeyê 7 êrişên bombeyi pêk hatin û li gorî çavkaniyên herêmî di her 7 teqînan de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Li du bajarên Sûriyeyê li Tartus û Lezqiyeyê 7 êrişên bombeyi pêk hatin. Piştî êrişan derheqê kuştî û birîndaran de hê agahî nehatiye dayîn. Li gorî Komeleya Çavdêr a Mafên Mirovan li Sûriyeyê, li bajarê Tartusê 3 teqîn pêk hatin.

Her wiha beriya teqîna Tartusê li navçeya Cebele ya bajarê Lezqiyeyê li rawestgeha otobusan du teqîn pêk hatin.

Li gorî zanyariyên berdest di teqînên her du herêman de jî kuştî û birîndar çebûne.

Televîzyona İkbariye ku nêzî hikumeta Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Celebe ya Lezqiyeyê sê teqîn rû dan û ev êriş wekî êrişên terorîstî bi nav kirin. Di teqîna Cebele ya Lezqiyeyê de hat ragihandin ku nexweşxane hedef hatiye girtin. Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî di her 7 teqînan de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

 

 

 


 

Bi heman mijarî:

Li gundê Aliya ya Til Temirê teqîn:Kuşti û birîndar hene
Teqîn di xwepêşandana Bexdayê de!
Li Bexdayê teqîn
Li navçeya Yenişehira Amedê teqîn: Zarokekî 10 salî birîndar bû
Li Şemzînanê teqîn: 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
Teqînên Suriyeyê, Komeleya Çavdêr a Mafên Mirovan li Sûriyeyê, Lezqiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de