18:17 25 Hezîran 2018
Yemen piştî êrîşên hewayî

Li Yemenê du êrişên xwekujî: Herî kem 45 kuştî

© REUTERS / Khaled Abdullah
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Yemenê du êrişên xwekujî pêk hatin û di encamê de herî kêm 45 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li Yemenê du êrişên xwekujî pêk hatin û di encamê de herî kêm 45 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî baregeha leşkerî ya bajarê Adena Yemenê du êrişên xwekujî pêk hatin, di her du êrişan de herî kêm 45 leşker hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrişkeran li bakurê Yemenê leşkerên ku diçûn piştgiriya artêşê û li dijî Husiyan şer bikin hedef girtin. Li gorî çavkaniyên leşkerî, yek ji xwekujan bi wesayîta bombekirî grûba piştgir hedef girt, di vê êrişê de 20 leşker hatin kuştin û di teqîna duyemîn de jî xwekuj komek ciwan hedef girtin û di vê teqînê de jî herî kêm 25 kes hatin û gelek kes jî birîndar bûn.

 

Bi heman mijarî:

YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
Etîketan:
lLi Yemenê du teqîn, Du êrişên xwekuj, Aden, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de