06:36 20 Sibat 2018
Zindî
    Penaber

    Di 24 saetên dawî de782 koçberên din derbasî Kantona Efrînê bûn

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de ji herêma Helebê 782 koçberên din ji ber êrişên grûbên terorîst malên xwe terikandin û derbasî Kantona Efrînê bûn.

    Efrîn — Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de ji herêmên Şehba, Reqa û Helebê 782 koçberên din ku ji ber êrişên grûbên terorîst mal û warên xwe terikandin û derbasî Kantona Efrînê bûn.

    Pêla koçberiya ji herêmên Şehba, derdora Helebê, Reqqa û Dêra Zorê ya ber bi Efrînê ve dewam dike. Hêzên Asayîşa Efrînê destnîşan kir ku tenê roja 22ê Gulanê 782 koçberên ji herêmên Şehba, Reqqa, Heleb û Dêra Zorê gihîştine Efrînê.

    Koçberên ku hatine ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ve li Kampa Rûbar a Navçeya Şêrawa hatin bicîhkirin. Hinek koçber jî diçin gel xizmên xwe yên ku ji berê de li kantona Efrînê rûdinin.

    Bi heman mijarî:

    Li Herêma Kurdistanê yek milyon û 680 hezar penaber dijîn
    Qaçaxçiyan ji milyonek penaber 6 milyar dolar qezenç kirine
    Li qeraxê Libyayê 84 penaber winda bûn
    Di navbera penaber û qaçaxçiyan de şer derket: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Awropayê 18 penaber dan Tirkiyeyê
    Etîketan:
    i Kampa Rûbar a Navçeya Şêrawa, Penaber, Hêzên Asayîşa Efrînê, Kantona Efrînê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de