06:37 18 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê

Operasyona rizgarkirina Fellûceyê dest pê kir

© Foto : Pukmedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyeke çapemenî de ragihand ku operasyona rizgarkirina bajarê Fellûceyê dest pêkiriye.

Bexda — Îro berê sibehê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di tora xwe ya taybet a facebookê de, wêneyekî xwe û li gel şeş fermandarê pilebilind ên leşkerî û ewlehiya Iraqê belav kir. Ebadî di tora xwe ya taybet a facebookê de ragehand ku bi piştîwanî û bereketa xwedê me dest bi operasyona rizgarkirina Fellûceyê kir.

Fellûce bajarekî suniye û ser bi parêzgeha Enbarê ye û dikeve bakûrê rojavayê Bexdayê û di dest pêka sala 2014a ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatiye dagir kirin.

Destpêkirina vî şerî, ku demekî dirêje ji aliyê hemwelatiyên Fellûceyê ve tê hêvî kirin û balkêşe dest pêkirina operasyonê di demekî ku roja înê alîgirên Tevgera Sedr a di rêbertiya Mûqteda El Sedr êrişî ser navçeya Kesk kirin û awahiyên Encûmena Wezîran dagir kirin û Ebadî naçar kirin ku parastina giyana xwe bike û bi balefirekê xwe rizgar bike.

Fellûce bajaroke ke Sunne ye û ser bi parêzgeha Enbarê ye û dikeve bakûrê rojavayê Bexdayê û di destpêka sala 2014ê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hate dagir kirin.

Bi heman mijarî:

Artêşa Iraqê bajarê Rûtba yê ji destê DAIŞê rizgar kir
Artêşa Iraqê 3 gundên din ji dest ê DAIŞê rizgar kirin
Artêşa Iraqê ji bo rizgar kirina Rûtbayê operasyon da destpêkirin
Rêxistina terorîst êrişî artêşa Iraqê kir: 25 kuştî
Artêşa Iraqê gundekî Mexmûrê rizgar kir
Etîketan:
Rizgarkirina bajarê Fellûceyê, DAIŞ, Artêşa Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Fellûce, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de