22:14 27 Gulan 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Yekem xala pêşnûmeya rakirina parêzbendiyê hat pejirandin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya Tirkiyeyê yekem xala pêşniyarnameya rakirina parêzbendiya parlamenteran bi 373 dengan qebûl kir.

Enqere — Hat ragihandin ku di tûra duyem de 373 erê, 138 na, 3 betal, 7 deng jî bêbiryar derktin.

Eger xala duyem jî bi 367 dengî bêhtir bê qebûlkirin pêwîstî bi çûna referandumê namîne.

17ê Adarê, li parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêşnûmeya rakirina parêzbendiyan dengdayîn pêk hatibû û benda yekem a vê pêşnûmeyê bi 350 dengan û ya duyem jî bi 357 dengan hatibûn pejirandin.

AK Partî û MHPê dixwaze pêşnûme bê pejirandin, lê HDP li dijî wê derdikeve. Herwiha CHPê jî di vê mijarê de bûye du beş û aliyek li dij derdikeve û aliyek jî qebûl dike.

Eger pêşnûme bi zêdetirî 367 dengan bê erêkirin dê yekser bê pejirandin, lê heger di navbera 330-367an de dengên erê derkevin ew ê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û piştî 60 rojan dê referandûm pêk were.

 

Bi heman mijarî:

Li hember rakirina parêzbendiyê 250 sazî bang li parlamenteran dikin
Komeke rewşenbîr li hember rakirina parêzbendiyê bang li parlamenteran kirin
Di civîna rakirina parêzbendiyê de dîsa pevçûn derket (Hate nûkirin)
Di civîna derbarê rakirina parêzbendiyê de pevçûn derket! AKPiyan êrişî HDPiyan kir
Civîna derbarê rakirina parêzbendiyê de bi nîqaşan dest pê kir
HDP : Pêvajoya rakirina parêzbendiyê dê li gorî dilê wan neçe serî
Etîketan:
parêzbendî, referandûm, MHP, AKP, CHP, HDP, Parelementoya Tirkiyeyê, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de