15:49 19 Hezîran 2018
brîndar-rojava-

Artêşa Tirk êrişî Qamişlo kir: 7 kes birîndar bûn

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Leşkerên Artêşa Tirk dîsa êrişî ser bajarê Qamişliyê kir û di encamê de 7 sivîlên ku yek ji wan zarok birîndar bûn.

Qamişlo — Li gorî nûçeya ku ANHAyê  Artêşa Tirk şeva borî  ji ser Nisêbîna navçeya Mêrdînê bi Doçkayê êrişî ser bajarê Qamîşloya Rojava kir. Gule li  li Stada Heysem Kiço ya li Taxa Aşûriyê ya bajarê Qamişlo ket. Di encamê de 7 kesên ku yek ji wan zarokekî 4 salî ye, birîndar ketin.

Hate ragihandin ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneya El-Rehme ya bajarê Qamişlo û rewşa birîndaran niha baş in. Navê kesên ku di encama êrişa artêşa tirk de birîndar bûn wiha ne: Sîpan Xelef  (33), Berzan Zihêr (28), Mihemed Ciwan Mûsa(14), Ehmed Mele Ehmed(34), Zinar Mesûd (26), Hesen Bero (42) û zarokê bi navê Mihemed Rênas ê 4 salî.

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk hejmara balafirên şer ên li Amedê zêdetir kir
HPG: Me helîkoptera artêşa tirk xist
Tankên Artêşa tirk çeperên DAIŞê topbaran kirin
'Artêşa tirk çekên qedexe li bajarê kurdan bi kar tîne'
Artêşa tirk navçeya Şemzînanê bê navber topbaran dike
Etîketan:
rojava, êriş, artêşa tirk, tirkiye, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de