03:16 24 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Sûdanê Omer Beşir

    Serokê Sûdanê bo beşdarî civîna NYê bibe ji bo vîzeyê serî li Amerîkayê da

    © REUTERS/ Siphiwe Sibeko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Sûdanê Omer Beşirê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve sûçê şer û mirovahiyê kiriye sûcdar hate dîtin. Omer Beşîr ji bo ku beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bê lidarxistin bibe ji bo vîzeyê serî li Amerîkayê da.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Serokê Dewleta Sûdanê Ubey İzzeddin ji Ajansa Anadoluyê ya tirk re axivî û ragihand ku serokê wan ji bo beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî ya li dijî AIDSê têbikoşin bi be ji aliyê Sekreterê NYê Ban Ki-mun ve hatiye vexwendin.

    İzzeddin diyar kir ku heyeta bi serokê wan re beşdarî civînê bibin ji bo vîzeyê serî li Balyozxaneya Hartûmê ya Amerîkayê dane. Navborî derbarê serlêdanê de tu agahî neda.

    Peyman tê îxlalkirin

    Berpirsê Karên Derveyê ya Sûdanê Kemal İsmail li ser pirsa rojnemevanan ya ku Amerîka serlêdana Sûdanê qebul neke wiha bersivand: ‘Eger Washington destûrê ne de peymana ku xwedî malê Neteweyên Yekbûyî îxlal dike. Ji ber ku em jî endamê NYê ne mafê me heye ku em beşdarî civînan bibin.

    Bi heman mijarî:

    NY: ‘Em ji rewşa bajarên kurdan gelekî bi endîşene'
    NY heyeteke lêkolînê dişîne Tirkiyeyê
    Rûsyayê, ji bo Zîrweya Însaniya Cihanê ya Stenbolê nameyek şand NY
    Tirkiyeyê bersiva daxwaza NY da
    Etîketan:
    AIDS, serlêdan, vîze, şer, mirovî, sûc, beşdar, civîn, Ajansa Anadoluyê, Omer Beşir, Sûdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de