05:07 26 Gulan 2018
20 kîlometir dûrî Bexdayê DAIŞê êrîşeke xwekuj pêk anî

Gotina dawî ya keça Xristiyan a ku ji hêla DAIŞê ve hate şewitandin: Wan efû bike

© AFP 2018 / SABAH ARAR
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Keçeke Xristiyan a ku ji hêla DAIŞê ve mala wan hate şewitandin û ew jî di encama şewatê de birîndar bû, beriya ku jiyana xwe ji dest bide ji dîya xwe re got ku "Wan efû bike".

Navenda Nûçeyan — Parêzerê mafên mirova Jacqueline Isaac ji Expressê re diyar kir ku militanên DAIŞê li Mûsilê, bac ji malbata keça 12 salî xwestiye, lê malbatê ev daxwaz qebûl nekiriye. Li ser vê rewşê, DAIŞê dema ku keçik di hundir de bû, agir bi malê xistiye.

Isaac dibêje ku dema DAIŞ tê keçik di serşokê de bûye û bi pîleya 4emîn şewitiye. Li gor ragihandina Isaacî, "Diya wê ji bo ku wê rizgar bike her tişt kir. Ew bir nexweşxaneyê lê di destên diya xwe de mir. Gotina wê ya herî dawî ya ku ji diya xwe re got ‘Wan efû bike' bû".

Bi heman mijarî:

DAIŞê jineke ciwan bi recmê kuşt!
DAIŞê bi moşekan êrişî Xaldiyeyê kir: 5 kuştî û 22 birîndar
DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir: 14 pêşmerge birîndar bûn
DAIŞê li Bexdayê êrîşî alîgirên tîma Real Madrîdê kir: 14 kuştî 50 birîndar!
Etîketan:
Xrîstiyan, DAIŞ, Express, Jacqueline Isaac, Iraq, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de