13:57 24 Hezîran 2018
Yekîtiya Ewropayê (YE)

YEyê fren danî ser serbestiya vîzeyê

© Fotolia / / Andrea Izzotti
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Welatên Yekîtiya Ewropayê, li hev kir ku pêwîst bibe bikarin çûnûhatina bê vîze bo herêma schengenê , bi awayekî lezgîn bidin sekinandin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di beşê tirkî yê rojanmeya almanî Deutsche Welle de derket, balyozên dewletên Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê civiyan û wan li ser wê li hev kir ku mekanîzmeyekê peyda bikin ku bi peywira "freneke lezgîn" rabe. Ev "fren" dê ne ji bo Tirkiyeyê tenê be, lê ji bo hemû dewletên din be yên peymana wan ya vîzeyê bi YEyê re heye.

Hat ragihandin ku ev lihevkirin, dê roja înê bê gotûbêjkirin, dê di civîna wezîrên karên hundirî de bê pejirandin. Piştî wê parlementoya Ewropayê dê vê meseleyê nîqaş bike û eger pêwîst bibe, YE dê bikare heta şeş mehan, vîzeyê ji wan dewletên ku rêkeftin bi wan re daniye, bixwaze.

Almanya û Fransayê amade kir

Ev mekanîzma ku dê bi peywira "fren"ê rabe, ji aliyê Almanya û Fransayê hat amadekirin û gava ku gendelî û tawanên rêxistinî zêde bibin, dê çalak bibe. Li gel vê, di rewşên terorîzmê, yan metirsiya gelemperî jî, ev mekanîzme dikare çalak bibe.

Hîn rewşa vîzeya Tirkiyeyê ne diyar e

Li gorî rêkeftina ku di navbera Tirkiye û YEyê de hatiye çêkirin, welatiyên Tirkiyeyê dê dawiya Hezîranê, bê vîze bikarin biçin herêma schengenê. Komisyona YEyê dibêje ku pirraniya 72 mercên pêwîst bo rakirina vîzeyê hatin bicihanîn lê tenê 5 mane û tewsiye kiribû ku wan jî bînin cih.

Bi heman mijarî:

Telegraph:'Muefiyeta vîzeyê ji bo Tirkiyeyê dê li Ewropayê rîska terorîzmê zêde bike'
Komisyona YEyê derbarê serbestiya vîzeyê de daxuyanî da
PE:'Serbestiya vîzeyê di hezîranê de zor e, wê bimîne meha cotmehê'
Wezîrê alman:'Serbestiya vîzeyê ji bo Tirkiyeyê di metirsiyê de ye'
Yaseya Dijterorê ya Tirkiyê li pêşiya rakirina vîzeyê asteng e
Mele Bextiyar û Hêro Ehmed ji ber vîzeyê nikarin biçin konferansa Dêrsimê
Etîketan:
serbestiya vîzeyê, vîze, Komisyona YEyê, Yekîtiya Ewropayê, Deutsche Welle ya Tirkî, Fransa, Almanya, Ewropa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de