23:50 21 Sibat 2018
Zindî
    Zanîngeha Rojava

    Yekemîn koma xwendekarên Zanîngeha Rojava dîplomayê xwe standin

    © Foto: Hawarnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li yekemîn Zanîngeha Rojava ya bi navê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê di beşên dîrokê û civaknasiyê de cara destpêkê komek xwendekaran diploma standin.

    Qamişlo — Li Rojava di 4ê îlona sala 2014ê de yekemin zanîngeha Rojava li Qamişloyê hatibû vekirin. Zanîngeh ji wê rojê û şûn ve di bin navê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê xebatên xwe meşand. Di Akademiyê de beşên dîrokê, civaknasî, siyaset û hiqûqê hene û bi dehan xwendekar dersê dibînin.

    Ji akademiyê yekem care ku komek xwendekar mezûn û dîplomayê xwe standin. Bi vê munasebetê merasîmek hate li darxistin ku Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM ê Aldar Xelîl, Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam û hin rayedarên din beşdar bûn. Di merasîmê de 48 xwendekarên beşên dîrokê û civaknasiyê, dîplomayên xwe hilgirtin û bûn yekemîn xwendekarên ji Akademiyê mezûn.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Tirkiyê û PDKê ambargo danîne ser Rojava
    TEV-DEM: Li Rojava dewleta tirk piştgiriya êrişên xwekujiyê dike
    Partiyên Rojava: Em Sykes-Picota nû qebûl nakin
    Partiyên Rojava li Qamişloyê civînek awarte li dar dixin
    Nûneriya Rojava li Berlîna Almanyayê hat vekirin
    Etîketan:
    Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê, Kantona Cizîrê, TEV-DEM, Aldar Xelîl, Rojava, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de