14:03 18 Sibat 2018
Zindî
    Cemîl Bayik

    Cemîl Bayik bangî CHPê kir:'Em bi hev re dawiyê li faşîzma AKPê bînin'

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Konseya Rêvebira Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik bangî CHPê kir û ragihand ku em bi hev re dawiyê li faşîzma AKPê bînin, bi tunekirina kurdan Tirkiyeyeke nû nayê avakirin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêvebira Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik bangî CHPê kir û ragihand ku em bi hev re dawiyê li faşîzma AKPê bînin, bi tunekirina kurdan Tirkiyeyeke nû nayê avakirin. Divê vegerin netewehêziya demoratîk û Tirkiyeya nû bi esasen demokratîk bi hev re were avakirin.

    Erdogan derewa perçebûnê derdixîne pêş

    Hevserokê Konseya KCKê Cemîl Bayik di gotara xwe ya Azadiya Welat de ragihand ku dewlet di şexsiyeta AKPê de tu pêşbîniyeke wan ku bi kurdan re Tirkiyeyeke demoratîk ava bikin tuneye. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku ‘diktatoriyeke faşîst' ava bike derewa ‘em Tirkiyeyê ji perçebûnê rizgar dikin' derdixîne pêş.

    Divê CHP jî vê rastiyê bibîne

    Her wiha li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê Bayik got:'Erdogan dixwaze hêzên faşist li dora xwe kom bike û bi vê bigihîje armanca xwe. Gelê kurd ji bo ku hegemonya AKPê qebûl nekir, Erdogan Mutebeqata Dolmabahçeyê tune hesiband, êrişî Ocalan kir û bi

    hêzên faşist re tifaq kir. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, heta hêzên ku xwe kemalîst jî dibînin divê vê bibinin. Her wiha CHP jî divê vê rastiyê bibine.'

    Tirkiyeke bi hêz dikare bandorê li Rojhilata Navîn jî bike

    Bayik di berdewamiya gotara xwe de got:'Ev polîtîka ne ji Tirkiyeyê re û ne jî ji gelê wê re xizmetê nake. Divê vegerin netewehêziya demokratîk û Tirkiyeya nû bi esasen demokratîk were avakirin. Bi demokratîkbûnê û bi tevlîbûna kurdan dibe Tirkiyeyeke nû ava bibe. Bi vî awayî Tirkiye dê bi hêz bibe û Tirkiyeke bi hêz wê derkeve holê û bi karaktera xwe ya demokratîk wê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike.'

    Bi heman mijarî:

    Bayik: Êrişên li ser bajarê Kîlîsê plana Erdogan e!
    Bayik: Li bajarên kurdan bi zanebûn nexweşiya Hepatît Byê tê belavkirin
    Bayik: ‘Kirinên dewletê di çarçoveya Plana Masterê de pêk tê!'
    Bayik: ‘Tirkiye heta xwerêveberiya gelê kurd nas neke, ev gel jî dewletê nas nake'
    Bayik: ‘Hemû dijminê kurdan li dora AKPê tifaq çêkirine'
    Etîketan:
    Hevserokê Konseya Rêvebira Koma Civakên Kurdistanê, CHP, AKP, Recep Tayyip Erdogan, Cemil Bayik, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de