17:49 21 Sibat 2018
Zindî
    Şer û pevçûn

    Li Mêrdînê êrişa bombeyî: 3 leşker hatin kuştin 10 birîndar! (HAT NÛKIRIN)

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Navçeya Nisêbînê ya girêdayî Mêrdînê, bombeyeke ku bi destan hatiye çêkirin teqiya û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

    Mêrdîn — Operasyonên dewletê li ser Nisêbîna Mêrdînê bê navber berdewam in. Îro dema ku leşkerên Artêşa Tirkiyeyê xwast, bikevin taxa Abdulkadir Paşayê, bombeya ku çekdarên PKKê danîbû serê rê teqiya. Di encama teqînê de 3 jê bi giranî 10 leşker birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê, du leşkeran jiyana xwe ji dest da û 8 leşkerên din ên birîndar jî tên dermankirin.

    Ber êvarî leşkerekî din ê birîndar ku çawîşekî pispor bû, jiyana xwe ji dest da û wiha hejmara kuştiyan bû 3.

    Bi heman mijarî:

    HPGê bîlançoya şerên Mêrdîn û Mûşê daxuyand!
    Li Mûş, Belîs, Mêrdîn û Erzeromê operasyonên binçavkirinê
    Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên PE û YE re civiyan
    CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'
    Mêrdîn bajarê kevnar, mûzexaneya servekirî
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiye, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, leşker, PKK, tirkiye, Mêrdîn, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de