06:36 18 Hezîran 2018
Darvekirin - Îdam

Li Libnanê ji 106 endamên DAIŞ û El Nûsrayê re cezayê îdamê hat birîn

© Flickr / Jaime Pérez
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hikumeta Libnanê cezayê îdamê ji 106 endamên rêxistinên terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê re biriye.

Bêrûd — Hat ragihandin ku hikumeta Libnanê cezayê îdamê ji 106 endamên rêxistinên terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê re biriye. 106 endamên terorîst, li Libnanê bi revandina hêzên ewlehî, kuştin û bi êrişa xwekujî ya bajarokê Arsalê ku li sînorê Sûriyeyê dihatin sûcdarkirin.

Çavkaniyekî ji dadgeha Bêrûdê ragihand ku ev terorîstên DAIŞ û El Nûsrayî ku cezayê îdamê ji wan re hat birîn, 73 jê sûriyeyî, 32 libnanî û yek jê jî filistînî bû. ji van 106 kesan 77 jê niha li Libnanê di girtîgehê de ne û lêgerîna yên din jî didome.

Li bajarokê Arsala Libnanê ku nêzî sînorê Sûriyeyê ye di Tebaxa 2014an de di navbera rêxistinên cihadîst û artêşa Libnanê de pevçûn derketibû û 30 leşkerê Libnanê ji terefê terorîstan ve hatibûn revandin. Paşî di çarçoveya bihev guhertinê de beramberî 16 leşkerên libnanî milîtanên cihadîst ên girtî hatibûn berdan.

Li Libnanê cezayê îdamê herî dawî di sala 2004an de hatibû sepandin û di sala 2011an de nêzî 50 kesên ku bi terorîstan re têkildar bûn mehqûmî cezayê îdamê bibûn.

Bi heman mijarî:

Asayişa Rojava: ‘Hizbullaha Libnanê li Qamişlo şerê me kir'
Li Libnanê teqîn: Serokêkî filistînî hat kuştin
Newroz li Libnanê hate pîrozkirin
Siûdî banga lezgîn li welatiyên xwe kir: ‘Libnanê biterikînin'
Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
Etîketan:
Biryara Îdama 106 kesan, El Nûsra, DAIŞ, Bêrûd, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de