15:01 19 Sibat 2018
Zindî
    Keştiya xaza sirûştî

    Îsraîl wê bi Kubeya Hasin platformên xaza sirûştî biparêze

    © AFP 2018/ MENAHEM KAHANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îsraîlê ragihand, ji bo ku platformên xaza sirûştî yên qeraxê Deryaya Spî biparêze pergala parastinêke nû ya moşekan avakirin e û di ceribandinê de jî bi serkeftî derbas bûye.

    Navenda Nûçeyan — Îsraîlê ragihand, ji bo ku platformên xaza sirûştî yên qeraxê Deryaya Spî biparêze pergala parastinêke nû ya moşekan avakirin e û di ceribandinê de jî bi serkeftî derbas bûye.

    Înşeat
    © AFP 2018/ SAID KHATIB
    Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo parastina platformên xaza sirûştî yên offshoreyê pergala parastinê ya versiyona ku ji deryayê tê pekandin ‘Kubeya Hasin' ji ceribandinan bi serkeftî derbas bû. Fermandarê Fîloya Îsraîlê Ariel Şir diyar kir ku du hefte berê ji keştiyê moşek hat ceribandin û dikare moşekên balîstîk ên kinmenzîl jî bixîne.

    Piştî ku Îsraîlê çend sal berê li qeraxên Deryaya Spî kaneyên xaza sirûştî dît, veberhênaneke mezin li pergala parastinê moşekan dike. Tê pêşbînîkirin ku entegrasyona pergala ‘Kubbeya Hasin' a nû di demeke kin a filoya Îsraîlê de biqede.

    Artêşa Îsraîlê di sala 2011an de ji bo moşekên ku ji Xezzeyê dihatin avêtin, dest bi kar anîna pergala parastina Kubbeya Hasin kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl ji hewayê êrişî Xazzeyê kir
    Îsraîl: Hedefa teqîna Taksîmê ne geştiyarên Îsraîlê bû
    Serokomarê Îsraîl: ‘Perçebûna Sûriyeyê baştir e'
    Îsraîl: 'Çareserî di Kurdistana serbixwe re derbas dibe'
    Îsraîl: ‘Em piştgiriya serxwebûna kurdan dikin'
    Etîketan:
    Kubeya Hasin, Platforma xaza sirûştî, Artêşa Îsraîlê, Ariel Şir, Deryaya Spî, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de