10:26 18 Hezîran 2018
Artêşa tirk êrişî gundên Ezaz û Efrînê kir - Bombekirin

DAIŞê 4 gundên din ên li ser sînorê Tirkiyeyê stendin

© Foto : AA/Izzet Mazi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

4 gundên din ên li bakurê Helebê û li ser sînorê Tirkiyeyê, ketin destên DAIŞê. Şer û pevçûn bi tundî di navbera DAIŞ û Artêşa Sûriyeyê ya azad re berdewam dike û DAIŞ bêtir nêzîkî Ezazê dibe.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞê dîsa çend gundên ku di destê Artêşa Azad derxistine. DAIŞ bi çekên giran ên ku ji Minbic û Cerablusê anîne, her bi pêş ve diçe û nêzîkî Ezazê dibe.

4 kîlometre ji Ezaza Stratejîk re maye

DAIŞê bi du alîyan êrîşê wê kir û duh karî ku çar gundên bi navê Carez, Şeyx, Rih û El Belê ji wan bistîne. Ev gund li başûrê rojhilatê Ezazê ne. Piştî stendina van gundan, êdî tenê 4 kîlometre ji bajarê Ezazê yê stratejîk re man.

Birîndarên Artêşa Azad tînin Kilîsê

Ji aliyekî din ve, balafirên Hevpeymana navdewletî cihên DAIŞê bi xurtî bombebaran dike. Herwiha endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên birîndar bi ambûlansanan tînin bajarê Kilîsê ta ku bên dermankirin.

"Tirkiye Alîkariya Terorîstan dike"

Berpirsa Şehbayê yê karê dervê Zeyneb Qenberê, ragihand ku dewleta Tirkiyeyê di êriş û bombebarana gundan de alikariya terorîstên DAIŞê kiriye. Zeyneb Qenberê axiftina xwe ya li ser êrişAn wiha dewam kir: Dewleta Tirkiyeyê her roj alîkariyê ji terorîstên DAIŞê re dişîne û destûrê dide terorîstan ku bi di sînorî re derbas bibin.

 

 

Bi heman mijarî:

DAIŞ êrişî pêşmergeyên eniya Keskê kir
Dezgehê îstîxbaratê hişyar kir:'Dibe DAIŞ di 19ê Gulanê de êriş bike'
DAIş êrişî ser febrîkeya LPGê kir: 18 kes mir
Macaristan: Bê pêşmergeyan DAIŞ xelas nabe
DAIŞ li Albanya xurt dibe û ji ser Stenbolê derbasî Sûriyeyê dibe!
Çêdibe DAIŞ dîsa êrîşî Ewropayê bike
Etîketan:
Hêzên Hevpeyman ên li dijî DAIŞê, Artêşa Azad, DAIŞ, El Belê, Rih, Şeyx, Carez, Cerablus, Ezaz, Minbic, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de