13:49 24 Hezîran 2018
Tirkên Ahiskayê

Tirk li bajarên kurdan tên bicihkirin

© Foto: fb
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî bicihkirina 1206 tirkên Ahiskayê li Erzinganê, niha jî biryar hatiye dayîn ku 268 tirkên Ahsikayê li Bedlîsê bên bichkirin.

Navenda Nûçeyan — Berî niha tirkên Ahiskayê yên ji Ukraynayê anîbûn û 1206 heb ji wan li Erzniganê hatibûn bichikirin, niha jî biryareke din hatiye dayîn ku 268 kesên din li bajarê Bedlîsê bên bicihkirin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tirkên Ahiskayên Cîhanê (DATUB) Fuat Uçar got: "Heta niha me me di qonaxên yek, duduyê û sisiyan de, 301 malbat ji gelê me ku ji 1206 kesan pêk tê, li Cîmîna Erzinganê hatine bicihkirin".

Uçar diyar kir ku di 1ê Hezîranê de, ew ê 268 kesên din bînin û ew ê wan li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bi cih bikin û wiha dewam kir: "Qonaxa bi dû vê de, xwedê bike, 108 malbatê din dê piştî cejna Remezanê li Cîmînê bên bichkirin. Di vê dema ku ji bı 108 malabatan xebatên me dewam dikin, em di heman demê de ji bo navçeya Xelata Bedlîsê jî dixebitin".

Sekreterê Giştî axiftina xwe wiha dewam kir: "di 1ê Hezîranê de, 72 malbat, ku ji 268 kesan pêk tê, dê li Xelatê werin bicihkirin".

Hêjayî gotinê ye ku kurd wiha difikirin ku ev hewldan e ta ku pê demografiya bajarên kurdan biguherînin.

Bi heman mijarî:

Li Şemzînanê tevdergeriya balafirên şer ên tirk
Artêşa tirk hejmara balafirên şer ên li Amedê zêdetir kir
Yûnanîstan: Balafirên tirk 42 car qada hewayî ya me îxlal kirin
Rûsya, lîsteya şirketên ku bikaribin karmendên tirk bidin xebitandin fireh kir
HPG: Li Oremarê 32 leşkerên tirk hatin kuştin
Etîketan:
bajarên kurdan, bicihkirina tirkan, Fuat Uçar, Cîmîn, Ahiska, Ukrayna, Xelat, Erzingan, Bedlîs
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de