14:58 19 Sibat 2018
Zindî
    polês - cihê bûyerê - bombe

    Li Stenbolê şer!

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê 4 kesên ku bi çek û rûyê wan bi maske bû xwestin dikana zêran bişelihînin, di navbera wan û zêrfiroş de şer derket.

    Stenbol - Li navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê 4 kesên ku bi çek û rûyê wan bi maske bû xwestin dikana zêran bişelihînin, di navbera wan û zêrfiroş de şer derket.

    Li gorî zanyariyên berdest, saet li derdora 10.00an 4 kesên çekdar ku rûyê wan bi maskêyan girtî bû xwestin dikana zêran a li ser cadeya İmam Hatibê ya taxa Kazim Karabekirê bişelihînin.

    Li gorî îdiayan zêrfiroş dema kesên bi maske û bi çek dibînê xwe li erde dirêj dike û bi demançeyê fîşekan berdide wan, şêlanker jî bersiva wî didin û bi çifteyan guleyan berdidin xwediyê kargehê. Zêrfiroş Hadi Elifê 42 salî ji rûyê xwe bi sivîkî birîndar bû.

    Piştî vê şêlankerê çekdar ji cihê bûyerê bi wesayîtê reviyan û zêrfirôşê birîndar ji terefê bazirganên derdor ve rakirin Nexweşxaneya Taksîmê.

    Ji aliyê din ve gelek hêzên ewlehî ji bo cihê bûyerê hatin şandin, tîmên lêgerîn û lêpirsînê li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan li Stenbol êrişî çalakiya HDPê kirin: 7 kes hatin binçavkirin
    Awistralya hişyar kir: ‘Neçin bajarên Enqere û Stenbol'
    Stenbol - Li navçeya Avcilera teqîn!
    STENBOL - Operasyona Newrozê: 8 kes hatin girtin
    Stenbol - Li kolana Îstîklalê teqîn: 5 kuştî û 39 birîndar
    Stenbol - Li balafirxaneya Ataturkê alarm!
    Etîketan:
    Li Gaziosmanpaşayê şer, Şêlanker, Hadi Elif, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de