13:23 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Eyub Kiran

    "Dewrêşê Evdî şehîdê Kurdistanê ye"

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Nivîskar û lêkolîner Eyup Kiran got: "Dewrêşê Evdî jî şehîdê Kurdistanê ye, ew ji bo axa xwe biparêze şehîd ketiye. Loma ewqas stran û kilam li ser wî hatine gotin."

    O. F. Baran

    Amed - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya 2yem dewam dike. Îro jî li Galeriya Hunerê ya Amedê, li Hola Sinemayê û li Hola Resepsiyonê bernameyên li ser çand, huner, wêje û dîroka kurdan li dar ketin.

    Yek ji wan bernameyan li ser destana Dewrêşê Evdî bû. Di berrnameya ku sazkarê wê Weşanxaneya Nûbiharê bû, bi moderatoriya Suleyman Çevik nivîskar û lêkolîner Eyup Kiran axivî.

    Kiran diyar kir ku Dewrêşê Evdî sembola qehremaniya kurdan e û got: "Gava min kitêba xwe ye li ser Dewrêşê Evdî dinivîsî min di nûçeyan de wêneyek dît, gerîlayeke jin serê pêşmergeyekî şehîdketî dabû ser çokên xwe û digiriya. Bi min Dewrêş û Adûlê ew wêne ye. Dewrêşê Evdî jî şehîdê Kurdistanê ye, ew ji bo axa xwe biparêze şehîd ketiye. Loma ewqas stran û kilam li ser wî hatine gotin."

    2yemîn pêşangeha pirtûkan a Amedê dest pê kir
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kiran herwiha destnîşan kir ku sala Dewrêşê Evdî şer kiriye 1785 e û ew agahî di qeydên arşîva dêreke li Viyanayê de jî heye.

    Kiran got: "Ewqas sal derbas bûne di ser mirina Dewrêşê Evdî re. Îro gava em kilamên dengbêjan guhdar dikin em dibînin ku hin tiştên nerast hene. Hinek dengbêj dibêjin Dewrêş çûye talanê. Dewrêş neçûye talanê, talan vegerandine. Em qîmeta qehremanên xwe bizanibin lê heyf ku Dewrêşê Evdî baş nas nake miletê me."

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşangeha ‘'Binêre'' dê li Amedê be
    Li Pêşangeha Pirtûkan a ‘ONLINE': % 50 erzanî
    Rûsya wê li Pêşangeha navnetewî nûjentirîn firoka bê firokvan pêşkêşbike
    Pêşangeha Navnetewî ya alavên ezmanî-2015: pêşbaziya firokan bi otomobîlan re
    Îran li pêşangeha navnetewî a firokan-2015
    Ban Kî Mûn êrîşa li ser pêşangeha li Garlendê şermezakir
    Etîketan:
    şehîd, kurd, Weşanxaneya Nûbiharê, Nûbihar, Adûle, Derwêş Evdî, Eyup Kiran, Suleyman Çevik, Viyana, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de