23:51 22 Sibat 2018
Zindî
    sererkaniya tirkiye

    Sererkaniya Tirkiyeyê:'Dibe helikopter bi moşekê hatibe xistin'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê derbarê helîkoptera ku li asîmanê Çelê ketibû de li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û ragihand ku dibe helikopter bi moşekê hatibe xistin.

    Enqere — Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê derbarê helîkoptera ku li asîmanê Çelê ketibû de li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û ragihand ku dibe helikoptera ku ket bi sedema ku ji erdê moşek hatibe avêtin û bi wî awayî hatibe xistin.

    Sererkaniyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:'Endamên rêxistina PKKê di 13ê Gulana 2016an de êrişeke çekdarî li dijî baregeha Çigliya herêma navçeya Çelê ya Colemêrgê. Li ser pêwistiyê 2 balafirên F-16, 1 Navgîna Hewayî Bêmirov û 2 helîkopter sewkî herêma şer hatin kirin. Dema ku helîkopteran li herêmê wezîfeya xwe bi kar dianî, îhtîmalen ji erdê bi moşekeke ku hê cûreyê wê nehatiye teşxîskirin dibe ku hatibe xistin.

    Bi heman mijarî:

    Sererkanî: li Geverê 2 leşker hatin kuştin
    NAKOKI - Sererkaniya Giştî got hezar û 300, Erdogan jî got 3 hezar DAIŞî hatin kuştin!
    Sererkaniya Rûsyayê:'Tirkiye aştiya Sûriyeyê asteng dike'
    Sererkaniya Giştî ya Tirkiye: 22 PKKî hatin kuştin!
    Sererkaniya Tirkiyeyê encama operasyonên Sûrê eşkere kir
    Etîketan:
    Xistina helîkopterê, Sererkaniya Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de