15:43 22 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    Li Libyayê êrişa xwekujî:30 leşker hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Sirtê yê Libyayê bi wesayîteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk anî, li gorî zanyariyên pêşî 30 leşker hat kuştin û 50 leşker jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Sirtê yê Libyayê bi wesayîteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk anî, li gorî zanyariyên pêşî 30 leşkerên ku bi Hikumeta Mutebeqata Neteweyî (HMN) ve girêdayî bûn hatin kuştin û 50 leşker jî birîndar bûn.

    Li gorî daxuyaniya nivîskî ya navenda çapemenî ya HMNyê, bi wesayîteke bombekirî li herêma Buerat el-Hassun ku 90 kîlometro li rojavayê Sirtê dikeve êrişeke xwekujî li dijî hêzên hikumetê pêk hat.

    HMNê di berdewamiya daxuyaniya de ragihand ku êrişa xwekujî ya ku milîtanekî rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anî, li gorî zanyariyên pêşî 30 leşkerên hêzên hikumetê jiyana xwe ji dest dan û 50 leşker jî birîndar bûn. Hêzên hikumetê ku rastî êrişên hatin ber bi Sirtê ve diçûn.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê bajarê Sirtê ku hejmara şêniyên wê 80 hezar bû di Sibata 2015an de bi dest xist.

    Bi heman mijarî:

    Libya li dîjî terorê bangî alîkariya Rûsyayê kir
    Îdiaya ku leşkerên taybet ên Amerîkayêli Libyayê bi cih bûn
    Li qeraxê Libyayê 84 penaber winda bûn
    Li Libyayê di navbera qaçaxçî û koçberan de şer: 15 kuştî
    Îtalyayê, ji bo operasyonên Libyayê destûr da Amerîkayê
    Etîketan:
    Êrişa xwekujî, Hikumeta Mutebeqata Neteweyî (HMN), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Sirt, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de