22:11 21 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Rûsya:'Artêşa Sûriyeyê êrişên DAIŞê şikandin'

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê di nava 24 saetên dawî de çendin caran êrişî herêma Palmirayê kirin, lê artêşa Sûriyeyê ev êriş şikandin.

    Navenda Nûçeyan - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê di nava 24 saetên dawî de çendin caran êrişî herzen rêjimê yên herêma Palmirayê kirin, lê artêşa Sûriyeyê ev êriş bi awayekî serkeftî têk birin.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:'Terorîstan çendin caran êriş kirin û xwestin giren stratejîk ên derdora herêma Palmirayê bi dest bixin, lê artêşa Sûriyeyê êrişa terorîstan têk bir û ziyanekî mezin da wan.'

    Ji aliyê din ve Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 caran agirbest hat îxlalkirin, her wiha li 2 gundên din di navbera rêvebirên hikumetê û hêzên herêmê de rêkeftineke agirbestê çêbû û bi vê re hejmara cihên ku tevlî peymana agirbestê bûn gihîşte 103 cihan.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê derbeyeke mezin li DAIŞê da!
    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê amadehiyên operasyona Reqqayê dike
    Rûsya:'Tirkiye, artêşa Sûriyeyê topbaran kir'
    Artêşa Îranê komandoyên xwe şandin Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê bajarokê Karyataynê ji destê DAIŞê rizgar kir
    Etîketan:
    Êrişên DAIŞê, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Palmîra, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de