06:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Rojname, çapemenî

    Amerîka: Pêwîst e Tirkiye çapemeniya azad biparêze

    © Foto: Jeroen Bosman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Wezareta Derve John Kirby nerazîbûna xwe li ser biraya dadgeha Tirkiyeyê diyar kir û bang li karbidestan kir ku “wek bingeha civaka azad û demokratîk, piştgirîya medya serbixwe û azad bikin.”

    Navenda Nûçeyan — Herwiha, Tora Ragihandinê ya Serbixwe ya Tirkiyeyê raporta çar mehên pêş yên salê weşand û ragihand ku 174 endamên çapemenîyê ji kar hatine avêtin an jî hatine neçarkirin ku dest ji karî berdin û niha jî 28 rojnamevan û 10 weşanger di girtîgehê de ne.

    Hêjayî gotinê ye ku Feedom House, di raporta salane ya 2016an Tirkiye ji aliyê siyasî ve wek welatekî "ne azad" bi nav kir û rewş her diçe xerabtir dibbe.

    Kirby got, "wek dost û hevelbenda NATOyê, em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî prensîbên bingehîn ên demokrasiyên yên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê (OSCE) tevbigere û serwerriya sîstema dadweriyê û azadiya ramanê misoger bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Komîsyona Ewrûpayê: Ger Tirkiye li ser soza xwe nesekine, dê hevpeyman têk biçe!
    Erdogan: Tirkiye balyozê xwe yê Bengladeşê dikişîne
    Pispora siyasî:'Divê Tirkiye kujerê pîlotê me ceza bike'
    ÎDIA - Tirkiye terorîstan dişîne Cerablusê
    Gatîlov:'Tirkiye, li Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze'
    Dewleta Tirkiye li dijî Rojavayê planên êrişan dike
    Etîketan:
    çapemenî, OSCE, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê, NATO, john kirby, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de