19:45 18 Hezîran 2018
Demir Çelik

Demir Çelik: Wateya meclîsa li Enqereyê nemaye û em ne bê alternatîv in

© Sputnik / Omer Farûk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê DBPê Demir Çelik got ku ''Em ne bêçare û bêalternatîv in. Meclîs ne tenê meclîsa li Enqereyê ye û jixwe wateya wê meclîsê jî nemaye'.'

Omer Farûk Baran

Amed — Desterserkirin û girtina serok û rêvebirên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) dewam dike. Karbidestên dewleta tirk, du rojên berê jî hevserokê DBPê Kamuran Yuksek desteserkirin. Yuksek îro dê danê êvarê li Dadgeha Amedê bê darizandin.

DBPê duh ji bo Kamuran Yuksek banga çalakiya rûniştinê kiribû. Di saet 10:00an de dê çalakvanan li pêş Dadgeha Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixistana lê berî çalakiyê, polêsên dewleta tirk derdora dadgehê bi bariyeran ve girtin. Li ser vê yekê, çalakvan li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civiyan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.

'AKP NAXWAZE LI SER MESELEYA KURD DENGÊN MUXALİF DERKEVE'

Derbarê desteserkirin û girtina serok û rêveberên DBPê de Cîgirê Serokê DBPê Demir Çelik taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Demir Çelik got ku ''Zext û zordariya li ser siyasetmedar û partiyên kurdan ji berê de heye. Di 2009an de jî bi deh hezaran kes desteser kirin û girtin. Kesên bêsûc û bêguneh 5 salan di hepsê de man. Îro jî dewleta tirk û AKP li ser meseleya kurdan naxwaze dengekî muxalif derbikeve û zext û zordarî bi awayekî giran dewam dike.''

Li ser îdiayên damezirandina parlameneke nû Çelik nirxandinên bi vî awayî kir: ''Jixwe Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) xweseriya demokratîk ava dike û Kongreya Gelên Demokratîk (HDK) jî komara demokratîk. Em ne bêçare û bê alternatîv in. Meclîs ne tenê meclîsa li Enqereyê ye û jixwe wateya wê meclîsê jî nemaye."

Cîgirê Serokê DBPê Demir Çelik herweha diyar kir ku kêmasiyên wan bi xwe jî hene û li ser vê mijarê wiha axivî: ''Ez jî di nav de siyasetmedarên kurd ev nêzî salekê ye rola xwe baş nelîstine. Eger me rola xwe baş bilîsta belkî îro şer tuneba û çareserî heba. Siyaset ji bo çareseriyan heye. Ji vê saetê şûnde em ê bêhtir bala xwe bidin ser xebatên xwe.''

 

Bi heman mijarî:

Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek hat binçavkirin
Kamuran Yuksek: ‘215 sivîl hatine qetlkirin'
BANGA LEZGÎN - DBP û HDP ji bo kuştinên kurdan bangî gel kir!
DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
DBP: ''Tirkiyeyê derî ji mudaxeleyan re vedike''
Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
Etîketan:
Sutnik Kurdistan, DBP, Kamuram Yuksek, Demir Çelik, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de