13:41 24 Hezîran 2018
DAIŞ

Terorîstên cîhadîst li dijî elewiyan amadekariya komkujiyê dikin

© Foto : LiveLeak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li Sûriyeyê terorîstên El Nusrayê yên girêdayî El Qaîdeyê li Humsê dest danî ser gundê Zarayê û elewîyên gund revandine.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya televizyona dewleta Sûriyeyê û agahiyên rêxistina şopandina mafên mirovan a Britanyayê, terorîstên El Nusrayê û Ahrar-uş Şamê li gundê Zarayê gelek malbatên Alewî revandine.

Hat ragihandin ku komkujîyekê nû ji aliyê terorîstên cihadîst ve li dijî Elewiyan tê amadekirin û ev jî dibe sedema metirsiyê.

Li gorî agahiyên berdevkê El Qaîdeyê, sedema êrîşa li ser gundê Zarayê tolhildana wan kuştiyan e yên ku li ser destê artêşa Sûriyeyê di operasyonên Xan Tuman û El Eysê de hatibûn kuştin.

Her wiha ji dema ku şerê Sûriyeyê dest pê kir, anku ji 2011an û vir de terorîstên cîhadîst li dijî elewî, xiristiyan û gelek eqaliyetên etnîkî komkujî pêk aniye û gelek kes jî kuştine.

Bi heman mijarî:

Elewî û Bektaşî ji bo zilma ser kurdan dengê xwe bilind dikin
Elewî di dijî êriş û kuştinan di greva birçîbûnê de ne
KCKê bang li gelê Elewî kir
Pîrên Elewî: Di şexsê Tahîr Elçî de xwestin guleyê berdin aştiyê
Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
Sûriye:'Em amade ne di hevdîtinên Cenevreye de nermatiyan bikin'
Etîketan:
elewî, El Qaîdeyê, rêxistina şopandina mafên mirovan, El Nusrayê, Ahrar-uş Şamê, Xan Tuman, Hums, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de