16:33 22 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê

Rêxistina terorîst êrişî artêşa Iraqê kir: 25 kuştî

© Foto : Pukmedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Rêxistina terorîst a DAIŞê îro êrişî artêşa Iraqê ku li navenda îdarî ya Enbara bajarê Rûmadiyê diman kir, di encamê de 25 milîs û leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Rûmadî — Rêxistina terorîst a DAIŞê îro êrişî navenda îdarî ya Enbarê bajarê Rûmadî kir, di encamê de 25 milîs û leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di encama pevçûna navbera artêşa Iraq, milîsên şîe û rêxistina terorîs a DAIŞê de 25 milîsên şie û leşkerên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di encama êrişê de pira stratejîk a Buesê jî wêran bû û hilweşiya.

Ji aliyê din ve li Rûmadiyê derketina kolanan hat qedexekirin û artêşa Iraqê jî hêzeke nû ji bo eniya şer veguhest.

Navenda îdariya Enbara bajarê Rumadî di Hezîrana 2014an de ketibû destê rêxistina terorîst a DAIŞê û 28ê Berfanbara 2015 artêşa Iraqê dîsa kontrol kiribû.

Bi heman mijarî:

Artêşa Iraqê gundekî Mexmûrê rizgar kir
Artêşa Iraqê li gundên Mexmûrê dest bi operasyonê kir
Artêşa Iraqê operasyona rizgarkirina Fellûceyê da destpêkirin
Artêşa Iraqê: 200 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Pêşmerge û artêşa Iraqê qira DAIŞê anîn: 200 terorîst hatin kuştin
Etîketan:
artêşa milîsên şie, Artêşa Iraqê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Rûmadî, Enbar, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de