19:22 19 Hezîran 2018
Selahettin Demirtaş

Daxuyaniya Demirtaşî derbarê parlementoya duyem de

© Sputnik/ Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hevserokê HDP Selahettin Demirtaş, derbarê parlementoya duyem de axivî û got: “Em parlemetoyeke din tenê ji bo kurdan naxwazin”.

Amed — Selahettin Demirtaşî ragihand ku ew ê pêşniyarnameya AKPê ya "serokkomarê partiyî" nepejirînin. Demîrtaşî got, "ew parlemetoyeke tenê ji bo kurdan naxwazin."

Hevserokê HDPê li Amedê bersiva pirsyarên rojnamevana da û wiha axivî:

"Demokrasî di pegala AKPê ya serokatiyê de jî tine"

"Pêşniyara AKPê çi be jî, ew ê me bibe rejîma hukimê yek-kesî. Ji xwe niha li qesrê biryar tê dan bê kî dê bibe serokwezîr û kî dê bibe serokê giştî yê AKPê. Ew bi xwe serokkomar nikare van tiştan bike lê di pratîkê de, dewlet ji aliyê yek kesî ve tê birêvebirin û kêşe ji wir dest pê dike. Li tirkiyeyê kêşay demokrasiyê heye. Pergala nuha ku AKPê hewl dide bi me bide pejirandin jî ne demokrat e. Ne pêkan e ku em tiştekî wisa bipejirînin".

Derbarê rakirina parêzbnediyan de jî hevserokê HDPê diyar kir ku parlementerên wan dê li gorî wijdanê xwe tevbigerin û got ku ew bawer dike ku di nav partiyên din de jî gelek kes hene ku baş dizanin ku ev rewş şaş e û pêşniyarnameya AKPê dê piştgiriya 330 parlementerî wernegire û wiha dewam kir:

"Di vê rewşa tevlihev de zirara herî kêm dê li HDPê bibe"

"Ji ber rastî ev e. Nabe ku parlementer li gel ku dizanin ku ev tişt şaş e jî ji vê derbeya qesrê re bibêjin ‘erê'. Bawer bikin ku di dawiya vê akosê de, HDPê dê ji her kesî kêmtir ziyanê bibîne."

"Em parlementoyeke din tenê ji bo kurdan naxwazin"

Demirtaşî bersiva pirsyara vekirina parlementoyeke din da û wiha got: "Ji xwe di bernameya partiya me bi xwe de heye ku divê li gel parlementoya navendî parlementyên herêman jî hebin û em vê fikirê diparêzin jî. Eger bi rastî jî ji me re bibêjin nabe hûn li parlementoya navendî bimînin, divê parlementoyên herêmî werin rêxistin. Ev ne perçebûna Tirkiyeyê ye lê xurtkirina yekîtî û demokrasiya wê ye. Eger me ji parlementoyê biavêjin em ê vî tiştî bikin lê em vî tiştî tenê ji bo kurdan naxwazin lê em ji bo Îmzîr û Stenbolê jî dibêjin, nexasim ku AKPê dest daniye ser parlementoya Enqereyê".

Bi heman mijarî:

Demirtaş:Em li dijî derbeyê dest bi helmeta “na”yê dikin
Hevserokê HDPê Demirtaş serdana Amerîkayê dike
Etîketan:
parlementoya duyem, parlemento, parêzbendî, parlamentera HDPê, HDP, AKP, Selahettin Demirtaş, Tirkiye, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de