12:01 20 Hezîran 2018
Artêşa Tîrkîye û YPG

YPG: 13 terorîst hatin kuştin û gelek jî birîndar hene

© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Çapemaniya YPGê ragihand ku êrişên terorîstên girêdayî SUKê li ser taxa Şêx Meqsûdê berdewam in. Her wiha li gorî çapemendiya YPGê di operasyona li başûrê Cerablusê de 13 terorîst hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan — Çapemaniya YPGê ragihand ku êrişên terorîstên girêdayî Konseya Netewetî ya Sûriyeyê li ser taxa kurdan ya Şêx Meqsûdê berdewam in. Çapemeniyê diyar kir ku li başûrê Cerablusê jî operasyon li ser terorîstê SUKê hat pêkanîn û di encamê de 13 terorîst hatin kuştin gelek jî birîndar bûne.

Daxuyaniya YPGê ragihand ku terorîstên girêdayî SUKê agirbest bin pê kiriye û roja 11 Gulanê li herêma Seken Şebabê bi çekên cehenemê taxa Şex Meqsûdê top baran kiriye. Daxuyaniyê wiha berdewan kir: Di operasyona bakûrê Cerablusedê 13 terorîst hatine kuştin gelek jî birîndar bûne. Roja 12 Gulanê jî terorîstên DAIŞê bi çekên giran êrişî Kobaniyê kiriye.

Komel terorîst ên giredayî Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê:

Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ne.

 

Bi heman mijarî:

YPG: Li Helebê 5 terorîst hatin kuştin
Hêzên ewrûpî, amerîkî û YPG di yek eniyê de şer dikin!
YPG: 500 cihadîst ji Tikiyeyê hatin û wan êrîşî Azezê kiriye
Amerîka careke din got: YPG ne rêxistineke terorîst e
YPG: Em ê bi ser kevin
Etîketan:
kuştin, terorîst, SUK, Çapemaniya YPGê, sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de